Hunermenda Kurd Firmêsk Hafiz stranek li ser Jîna Amînî amade kiriye û wê di salvegera qetilkirina Jîna Amînî de stranê biweşîne.
Hunermend Firmêsk Hafiz ragihand ku wê berhemeke hunerî ya nû amade kiriye û wê di salvegera qetilkirina Jîna Amînî bi destê dewleta Îranê de vê berhemê belav bike.
Hunermend Firmêsk Hafiz li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek belav kir û got, “Gelek kêfxweş im ku min li gel kesên dilsoz berhemek hunerî çêkiriye û wê di salvegera qetilkirina Jîna Amînî de ew ê bê weşandin.”
NAVENDA NÛÇEYAN