Strana ‘Çiyayê Reşkê’ berê wê da hunerê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 5 Cotmeh 2021 - 01:20

Mufîde Hemdî (16) hûnermedeke ciwan e û xwedî dengekî bi bandor e. Bi xwe ji Efrîna dagirkirî ye. Niha di kampa Berxwedan a kantona Şehbayê de dimîne. Di nava malbateke welatparêz û bi hunerê de navdar e mezin bûye, tevî ku biçûk e jî lê bi dengê xwe yê xweşik tê nasîn.

Xala destpêkê ya ku hiştiye Mufîde Hemdî derbasî cîhana stanbêjiyê bibe strana “Çiyayê Reşkê” bû. Ev stran a şehîd Sîpan Efrîn e. Sîpan pismamê bavê Mufîde Hemdî ye. Sîpan di nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bû û di 2002’yan şehîd bûbû. Mufîde Hemdî her tim li wê stranê guhdar dikir û pê bandor bûbû û bi wê re ji huner û stranê hez kir. Heta di dema xwendinê û lîstinê de ku temena wê hîna 12 derbas nedikir, ev stran digot.

Piştî malbata Mufîde behre û hezkirina wê ji stranan re dîtin, bavê wê Mihemed Hemdî ew şand navenda Şehîd Sîpan a Çand û Hunerê ya li gundê Birîmce yê girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê. Ew rewş heta destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê, dagirkirina wê û koçberkirina malbata wê ber bi kantona Şehbayê ve dewam kir.

Divê mirov bizanibe ji çi re bisitre

Mihemed Hemdî da zanîn ku koçberiyê û jiyana li kampê tu bandor li coşa Mufîde û israra wê ya temamkirina xewna xwe ku bibe hunermendek, nekir.
Têkildarî vê yekê, Mufîde Hemdî wiha got: “Piştî em ji Efrînê koçber bûn, li gel ku me zanî armanca dewleta Tirk a dagirker bi rêya çewisandina çanda Kurd tunekirina kurdan e, israra min li ser pêşxistina behreya min zêde bû ku parastina nasnameya xwe bikim û bi rêya huner û stranê li hember dijmin bisekinim.”

Mufîde Hemdî wiha domand: “Dema yek bixwaze bibe hunermend ne tiştekî hêsan e. Divê mirov bizanibe ji çi re bisitre, ji kê re bistire û ji her stranekê çi dixwaze.”

Dem bi dem Mufîde Hemdî bi malbata xwe li pêş kona xwe rûdine û li ser Efrînê ji bav û dêya xwe re distire, bêrîkirin û hêviya vegera li welat bi hev re parve dikin.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.