• Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hêzên dewleta Tirik 24 kes kiribûn nezaretê. 

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hêzên dewleta Tirik 24 kes kiribûn nezaretê. Ji wan, 10 kes bi daxwaza girtinê şandibûn Dadgeha Cezayê Sûlhê. Di vê êrişa qirkirinê de stranên Dengbêj Xalîde jî wekî sûc hatin hesibandin. Îfadeya Dengbêj Xalîdeya 8 roj in di nezaretê de, li Qereqola Cendarmeyan hat girtin.

Dozgeriyê biryar da ku tevî Dengbêj Xalideyê, xebatkara HDP'ê Munevver Îlgin  bi giştî 14 kes bi şertê kontrola edlî bên berdan. 10 kes jî bi daxwaza girtinê şandin Dadgeha Cezayê Sulhê ya Edliyeya Stenbolê. 

Hat zanîn strana Zîlan a dengbêj Xalîdeyê, wekî sûc hatiye hesibandin.

JINNEWS/STENBOL