- Yek ji 6 komên li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê, koma zarokan Stêrka Rojê ye.
NÛJIYAN ADAR / ANF/QAMIŞLO
Yek ji 6 komên li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê, koma zarokan Stêrka Rojê ye. Koma zarokan Stêrka Rojê sala 2018'an ava bû û zêdeyî sê salan e ku endamên wê li amûrên muzîkê dixin û li ser awazê perwerde dibin.
Di nava Stêrka Rojê de ku ji 9 zarokan pêk tê, perwerdeya kajo, erbane û tembûrê tê kirin. Li gorî asta bipêşketinê jî mafê zarokan heye ku bêhtir amûran bi kar bînin. Endamê herî piçûk ê Stêrka Rojê 9 salî ye, ya herî mezin jî 15 salî ye. Sê perwerdekarên xwe hene.
Pergal ji du qonaxan pêk tê
Pergala perwerdeyê ya Stêrka Rojê ji du qonaxan pêk tê. Destpêkê perwerdeya deng didin zarokan. Zarokên ku di vê mijarê de bi pêş ketine, piştre derbasî qonaxa xwendinê dibin. Pirtûkên ji bo perwerdeyê hatine amadekirin jî ji bo endamên nû bi kêrhatî dibin.
Piştre jî perwerdeya hînbûna amûrên muzîkê dest pê dike. Endamên komê bi xwe hildibijêrin ka dixwazin li kîjan amûrê bidin. Her wiha mafê wan heye ku bêhtir ji yekê amûran bijenin. Endamên Stêrka Rojê hin rojan li ser deng hin rojan jî li ser amûrên muzîkê perwerde dibin.
Yek ji sê perwerdekaran bi perwerdeya deng, yên din jî bi perwerdeya amûrên muzîkê re mijûl dibin.
Bi awayekî kolektîf dixebite
Endama Stêrka Rojê, Êva Elî anî ziman ku perwerdeya wan gelekî berhemdar e û got, "Em her roj kêmasiyên xwe çareser dikin û agahiyên nû werdigirin. Bi rêya provayê her roj ji aliyê deng û bikaranîna amûrên muzîkê ve bêhtir şareza dibin."
Êva Elî dibêje, Stêrka Rojê karekî kolektîf dimeşîne û wiha pê de çû: “Koma me di rojên diyarkirî de dicive. Em li fikrên hev dipirsin, bi biryarên hevpar stranên xwe diyar dikin û piştre jî wezîfeyê li hev parve dikin."
Êva Elî dibêje, her zarok divê xwe ji aliyê çand û hunerî ve perwerde bike. Êva Elî endama herî kevn a komê ye û dibêje, çand bi vî rengî dikare bê parastin.
Pêşî hîn dibin paşê hîn dikin
Nûh Mihemed jî sala 2018'an tevlî nava komê bûye û dibêje, li nava komê ew ê hem li defê hem jî li tembûrê bixe. Nûh Mihemed tişta ku di perwerdeyê de hîn dibin her wiha hînî zarokên nû tevlî komê bûne dike.
Nûh Mihemed kêfxweşiya xwe ya ji ber tevlîbûna li nav karê çand û hunerî tîne ziman û dibêje, divê her zarok çand û rêûresmên xwe biparêze, hîn bibe.
Nûh Mihemed herî dawî dibêje, "Kêfxweş im ji ber ku bi zarokên di temenê xwe de karê hunerî dikim. Em bi hev re distirên, çanda xwe diparêzin."