DÎNDAR KARATAŞ
MA/MÛŞ

Bager Çalişçi, li deşta bi berfê nixumandî li piyanoyê xistibû û bi vî awayî hatibû naskirin. Wî got, sozên ji bo perwerdebûna wî hemû hatine jibîrkirin û vê yekê bandoreke nebaş li perfamansa wî kiriye. 
Bager Çalişçi îro 9 salî ye, û çavên wî nabînin. Wî li deşta Mûşê ya bi berfê nixumandî li piyanoyê xistibû. Her kesî piştî vê performansa wî, ew nas kiribû û gelek kesan ji bo perwerdebûna wî soz dabû. Lê belê ev soz hemû hatine jibîrkirin. 

Serpêhatiya Bager

Bavê wî Mehmet Çalişçi dibêje, gava Bager du mehî bûye, ew pê hisiyane ku bi nexweşiya glokomê ketiye û ji ber vê 5 caran emeliyat bûye, lê dîsa jî baş nebûye. Çalişçi, diyar dike ku di temenekî pirr piçûk de bala kurê wî çûye ser muzîkê û bi bernameya muzîkê ya li ser telefonê fêrî piyanoyê bûye.

Çalişçi dibêje, çavekî kurê wî ji sedî 40 dibîne û di nav du mehan de ew hînî alfabeya Braille û ya latînî bûye û gava bûye 6 salî, li bajêr çûye navendeke taybet a muzîkê û dest bi perwerdehiyê kiriye. Çalişçi dide zanîn ku li vê navendê mamosteyê wî Caner Keser ê ku ew bi xwe jî berastenge, kurê wî wekî "guhê bêqisûr" keşf kiriye. 

Soz hat jibîrkirin

Çalişçi tîne ziman ku ji bo kurê wî qabîliyeta xwe bi pêş ve bibe, hiştine derbarê wî de nûçe bên çêkirin, lê belê sozên ku li ber çapemeniyê hatibûn dayîn, hatine jibîrkirin. Çalişçi diyar dike ku kurê wî û piyanîstê navdar Fazil Say hatine cem hev: "Soz dan ku dê alîkariya wî bikin. Lê belê hê jî ji bo Bager tiştek nekirine. Herî dawî gava li deşta Mûşê ya bi berfê hatibû nixumandin, li piyanoyê xist û derbarê wî de nûçe hatin çêkirin, Weqfa Sabanciyê peywendî bi me re danî û xwest alîkariya Bager bike. Gotin, dê li Izmîrê wî perwerde bikin. Piştî vê Bager xeyala çûna Îzmîrê dikir û tim pirsa wê dikir. Paşê Weqfa Sabanciyê bêyî hincetekê diyar bike, got, wan dev ji alîkariyê berdaye. Bager pirr li ber xwe ket. Bi vî awayî hêviyên Bager neman. Madem hûn ê alîkariyê nekin, nexwe bihêlin bila xeyalên wî yên piçûk jê re bimînin."  
Çalişçi, destnîşan dike ku ji ber soz nehatin cih, motîvasyona kurê wî xera bûye û dibêje: "Bager, xapandin." 
 
Xeyala Bager

Bager jî dibêje, her şev li muzîkê guhdarî dike û wisa radikeve û xeyala wî ya herî mezin perwerdehiyeke baş e. Bager, bal bire ser sozên hatine jibîrkirin û dibêje, vê yekê bandoreke nebaş li performansa wî kiriye. Bager dibêje, "Ji wan bawer nakim. Gotin em ê te bibin Izmîrê, ji bo perwerdehiyê. Paşê dîtina min dît, di odeyeke tipîtarî de me."