Şoreş xeyalan pêk tîne

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Gulan 2023 - 12:42

  • Xebatên sînemaya şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê derfet dan ku Kesra Ensî xeyala xwe ya zarokatiyê pêk bîne. Dema zarok bû nekarîbû bibe sînemavan, lê niha Kesra tevî keça xwe Pêla, tevlî xebatên sînemayê dibe û di vî warî de her du xwe bi pêş dixin.

HÊLÎN EYLUL/ANHA/QAMIŞLO

 

Xebatên avakirina sînemaya şoreşgerî yên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, hem feraseteke nû ya sînemayê derdixîne holê, hem jî derfetê dide ku sînemahez xeyalên xwe pêk bînin û sînemavan derkevin holê.

Atolyeya sînemayê ya Tevgera Çand û Huner (TEV ÇAND) a li bajarê Qamişloyê 9’ê Nîsanê dest pê kir. Gelek şagirtên li pey xeyalên xwe diçin, di atolyeyê de hene. 

Di nava şagirtan de Kesra Ensî yê 45 salî û keça wî Pêla  ya 15 salî balê dibin ser xwe.

Kesra Ensî ji Qamişloyê ye; ji zarokatiya xwe ve hezkirina wî ji bo sînemayê heye, lewma piştî dibistana amadeyî, xwestiye li Zanîngeha Helebê beşa sînemayê bixwîne. Lê li gorî gotina wî, hikûmeta Şamê rê nedaye û şertê “endamtiya partiya Beesê” daniye pêşiya wî. Wî jî ev yek qebûl nekiriye û beşa zimanê Fransî qedandiye. Lê xeyala wî ya sînemayê, her zindî maye.

Piştî salên 1980’yî, li filmên Yilmaz Guney temaşe dike û ev film bandorê lê dikin. Di nava malbatê de hewldana wî ji bo sînemayê çêbûye, lê derfet peyda nekirine. Dema zewiciye jî ji zarokên xwe re tim behsa sînemayê kiriye û bi zarokên xwe sînema daye hezkirin.

Kesra niha 45 salî ye û 2 zarokên wî hene, lê ji bo sînemageriyê xwe amade dibîne. Derfetên ku şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) derxistine holê, ew gelekî kêfxweş kiriye û ji bo pêkanîna xeyalên xwe, wekî derfetekê dîtiye. Lê ji ber ku temenê wî bihurî ye, xwestiye keça xwe tevlî kare şano û sînemayê bike. Ji bo vê yekê bi rêveberên TEV-ÇAND’ê re axiviye û xwestiye keça wî jî tevlî xebatên şanoyê bikin û piştî demekê tevlî kirine.

 

Bi keça xwe re li atolyeya sînemayê

Dema ku atolyeya sînemayê hatiye vekirin, Kesra xwestiye navê xwe jî qeyd bike, lê bi nihêrîna “Temenê min bihurî ye, gelo wê min bigirin an na?” hinekî dudilî bûye. Lewma dibêje, “Madem min nekarî bixwînim û bibim sînemavan, wê demê bila keça min biçe” û navê keça xwe Pêlayê li atolyeyê dide qeydkirin.

Wexta ku navê kaça xwe dide qeydkirin, mamosteyên atolyeyê bi serpêhatiya wî dihisin û jê dixwazin ku ew jî tevlî atolyeyê bibe. Li ser vê yekê, Kesra jî navê xwe qeyd dike. Niha ew û keça xwe bi hev re li ser sînemayê perwerde.

 

Du xewnên min jî pêk hatin

Kesra ku bi atolyeya sînemayê gelekî kefxweş bûye, diyar kir ku du xewnên wî pêk hatine, “Ya yekem min dixwest keçeke min hebe; ya duyem jî ez bibim sînemavan. Va ye herdû pêk tên”. Kesra destnîşan kir ku wexta keça wî di karê şanoyê de bi pêş diket, hesteke wekî ku xeyalên wî bi xwe jî bi pêş ketine, pê re peyda bûye.

 

Xeyela bav û keç di filmekî de

Kesra dibêje, dixwaze bibe senarîst, lê di siberojê de dixwaze bi keça xwe re di filmekî de rola bav û keçê bilîzin. Kesra got, ew dixwaze di her alî de destekê bide keça xwe û bi malbatî niha hemû alîkariyê didinê. 

Kesra bal bire ser wê yekê ku sînema ji bo civakekê gelekî girîng e, lê di nava Kurdan pirr kêm e: “Her çiqasî hewldan hebin jî, hîna kêm in. Pêwîst e hunermed zend û bendan badin, bibin lîstikvan derhêner û kameraman. Lewma daxwaza min ji Rêveberiya Xweser heye ku derfetên din ji bo sînemayê ava bike.”

 

Şanoyê têkiliyên wê baştir kirin

Pêla Ensî jî ji  8 saliya xwe ve bi şanoyê re mijûl dibe û niha jî li kargeha (atolye) sînemayê perwerde dibe. Bi pirranî di şanoyên qerfî de cîh girtiye, niha jî perwerdeya sînemayê ji bo xwe weke şensekî dibîne û dibejê, ew ê xeyalên xwe yên sînemayê mezintir bike.

Pêla dema cara pêşî derdikeve ser dikê, kela canê wê gelekî rabûye, lê bi alîkariya mamoste û hevalên xwe tirsa xwe ji ser xwe avêtiye. Pêla ku di pirraniya jiyana wê de bandora şanoyê heye wiha behsa serpêhatiya xwe ya şanoyê û pêwendiyên bi bavê xwe re dike: “Bavê min ez birim şanoyê, lê niha ez bandorê lê dikim. Bêguman bandora min li ser bavê min heye, ya bavê min jî li ser min heye. Em hevdu temam dikin, em her tim mîna du hevalan in. Şanoyê baweriya min xurttir kir û di nav jiyanê de jî têkiliyên min baştir bûn.”

Pêla gotina “Jin jiyan e” bi bîr dixîne û dibêje, jin dikarin di her warê jiyanê de bi rolên sereke rabin, lewma ew jî dixwaze bibe lîstikvaneke mezin. Pêla jî dixwaze bi bavê xwe re di heman filmî de rol bike û dibêje, “Heger rojekê ez û bavê xwe di film yan jî şanoyekê de rol bikin, wê xeyala min pêk were.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.