- Mamosteyê Wêjeya Kurdî Salih Heydo da zanîn ku ger mirov bixwaze jiyaneke bi zanîn derbas bike, divê bi zimanê xwe bixwîne û got: "Şoreşa Rojava ruhek da ruhê me û niha em bi serfirazî bi zimanê xwe dinivîsîn."
Salih Heydo di sala 1956’an, li gundê Hesê Oso yê girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk bûye. Zaroktiya xwe li gund derbas dike. Ji zaroktiya xwe ve mereq kiriye ku zimanê xwe baş nas bike û li ser binivîse. Salih Heydo di 12 saliya xwe de yekem helbesta xwe ya bi navê ‘Kêfetat’ nivîsandiye û ji wê demê ve dest bi nivîsandinê kiriye. Li ser wêjeya kurdî pirtûk û helbestên wî hene. Bi daxwaza ku mîrasa xwe di nav nifşên nû de belav bike, ew niha li Zanîngeha Rojava dersa Wêjeya Kurdî dide. Her wiha ew gihiştiye temenekî mezin jî lê hîn jî cil û bergên xwe yên gelêrî û çanda dapîr û bapîran diparêze û 86 pirtûkên wî hene.
Salih Heydo têkildarî serpêhatî û eleqeya xwe ya ji bo zimanî axivî.
‘Ez bi devokên cuda mezin bûm’
Salih Heydo di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku wî ji zaroktiya xwe ji zimanê Kurdî hez dikir û got: ‘’Ji zarokatiya xwe ve min her tim mereqa zimanê Kurdî dikir. Di wê demê de zimanê Kurdî qedexe bû. Lê belê tê bîra min ku wêdemê sê radiyoyên ku weşana xwe bi zimanê Kurdî jî dikin, hebûn ku ew jî radiyoyên Êrîvan, Bexda û Tehranê bûn. Ji ber ku zimanê wê hemû bi Kurdî bû, min herî zêde li ya Êrîvanê guhdar dikir. Di nava malbata min de devokên cuda hebûn. Dayika min ji Deşta Xerza bû. Bavê min ji Şengalê bû û em jî ji navçeya Amûdê bûn. Ji ber vê yekê di nava malbata me de devokên cuda dihatin xeberdan. Ez dikarim bibêjim ku malbata me di warê devokên Kurmancî de pir dewlemend bû.”
Giranî dide ziman û muzîkê
Salih di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku dema wî pirtûkên Kurdî dîtin, ji xwe dipirsî ku çima ew bi zimanê xwe naxwînin û zimanê neteweyeke din bi darê zorê dixwînin û got: “Cara yekem me pirtûkên bi Kurdî yên Ehmedê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî bi dest xistin û piştre jî me pirtûkên Cegerxwîn û Osman Sebrî jî bi dest xistin. Ew jî bi awayekî veşartî dihatin belavkirin. Lê belê dema me dixwend me hemû aqilê xwe dida ser û bi balkêşî dixwend. Di sala 1966‘an de bandora ziman, çand û hunera Kurdî li min bû. Cara yekem min di sala 1971‘ê de dest bi nivîsandina zimanê Kurdî kir. Heya sala 1976‘an min 6 pirtûk nivîsandin. Her wiha min giranî dida mûzîk û awazên çanda Kurdî jî.”
Rejîm gelek caran wî desteser dike
Salih Heydo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi nivîsandina helbest û pirtûkan ew dikare êş û rastiya civaka xwe bîne ser ziman û ev yek anîn ziman: ‘’Wê demê kovara Kurdî a ya bi navê “Gulîstan” a di sala 1968‘an de ji aliyê Seydayê Cergerxwîn ve dihat derxistin, hebû. Her wiha kovarên ‘‘Gelawêj”, “Stêr” û “Zanîn” jî hebûn. Min nivîsên xwe di van kovaran de diweşandin. Heya niha 86 berhemên min hatine çapkirin. Ji wan jî 14 dîwan in. Ji ber qedexebûna zimanê Kurdî ez gelek caran ji aliyê rêjîmê ve hatim girtin û ji mala xwe dihatim dûrxistin.”
Bi şoreşê xeyalên me pêk hatin
Salih Heydo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser derfetên ku bi Şoreşa Rojava re peyda bûne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bi Şoreşa Rojava re em ji zextên rejîmê rizgar bûn. Em êdî bi serfirazî pirtûkên xwe di weşanxaneyên xwe de çap dikin. Yanî bi saya Şoreşa Rojava xeyalên me pêk hatin û şoreşê ruhê me zindî kir. Tevî ku ez bi gelek zimanan dizanim jî lê min ji bilî zimamê Kurdî bi zimanekî din nenivîsand. Ziman bingeha mirov û mirovahiyê ye, pêwîst e em mafê zimanê xwe bidin. Armanca min a sereke ew ku rojekê bi zimanê xwe bixwînim. Ez gihîştim armanca xwe û a niha jî erka min e ku ez van nifşên nû jî fêr bikim.”