• Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya 5´an li dar xist.

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya 5´an li dar xist. Di mîhrîcanê de 4 nivîskar hatin xelatkirin. Îsal mihrîcan ji ber nexweşiya koronayê û ji ber êrişa li dijî malbata Gulo, mihrîcan du caran hat taloqkirin. Mirîcan di rewşên asayî de di Cotmehê de pêk tê. 

Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî bi dirûşma “Şoreş giyanê wêjeyê ye” li hola Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a li Qamişloyê bi rê ve çû.

Hola mihrîcanê bi wêneyê wêjevan û rewşenbîrên Kurd hatibû xemilandin. Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, rewşenbîr û nivîskarên herêma Cizîrê li mihrîcanê amade bûn.

Mihrîcana îsal tenê ji bo çîrokan bûn. Nivîskarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan bi giştî û cîhanê nivîsên xwe şandibûn. Tenê 11 çîrok hatin qebûlkirin ji wan 6 bi Kurdî û 5 bi Erebî bûn.   

‘Jiyana bê huner a lawiran e’

Rewşenbîr Beşîr Mele Newaf derbarê wêjeyê de got, “Birêz Ocalan dibêje, `Jiyana bê wêje û huner di asta jiyana lawiran de ye` wê demê em dikarin bibêjin, mirovahî bi wêjeyê tê nasîn.”

Paşê sînevîzyonek li ser jiyana Osman Sebrî hat nîşandan, piştre çîrok û helbest bi zimanê Kurdî û Erebî hatin xwendin. Di mihrîcanê de koma şanoyê Jiyanê şanoyek bi sernavê Komeleya Çandî nîşan da.

Piştre hunermend Mizgîn Tahir bi koma Orkestraya Zarokan a Rojava re stran gotin.

Di dawiyê de 4 nivîskar hatin xelatkirin, ji wan 3 bi Erebî û 1 bi Kurdî bû. Kesên xelta wergirtî ev in: 

Erebî 
Avesta Îbrahîm, Sena Hacî û Ciwan Silo
Kurdî
Selam Hisên.

ANHA/QAMIŞLO