Soran bê av maye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 4 Tîrmeh 2023 - 14:43

Di dawiya werza biharê û destpêka werza havînê de li devera Soran qeyrana avê serî hildiya. Ji ber hişkesaliyê û hişkbûna çavkaniyên avê, Hikûmet Herêma Kurdistanê bi rêya tankeran avê ji xelkê re dibe. Îsal li navçeya Soran ji bo 750 malbatî bi rêya tankeran av jê re tê dabînkirin.

Li navenda navçeya Soran li taxên Gewrîn, Cundiyan, Şehîdên Cundiyan, Badilyan, Dêlziyan, Qendîl û Herêm, herwiha li Xelîfan heşt gund û li Sîdekan jî pênc gund pirsgirêka kêm aviyê heye. Ava sereke nagihe wan taxan lewra hikûmet bi rêya tankeran avê ji wan re dibe. Hikûmet ji ber birina avê bi tankeran mehane pere ji xelkê werdigire.

Divê hikûmet çareser bike

Nîştecihê taxa Cundiyan Karox Kemal ku bê av mane, ji Rojnews’ê re axivî û got;“Me av nîne û em bêçare ne. Bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim pirsgirêka bê aviyê çareser bike. Ji ber ku xelk gelek bêçare bûye û li Soran bi giştî qeyrana avê heye.”

Rêbest Muhsin ajokarê tankera avê ye û dibêje, ew rojane pênc caran bi ser taxan avê belav dike ku dibe nêzîkî 150 hezar lître.

Budce nehatiye veqetandin

Têkildarî mijarê Rêveberê Ava Soran Tehsîn Ebdullah ji Rojnews’ê re ragihand;“Niha pirsgirêka me ya xetên avê heye. Nêzîkî du salane Desteya Wezîran ya Herêma Kurdistanê tu budce ji bo hişkesaliya Soran veneqetandiye. Lê biryare îsal ji bo me vê budceyê veqetîne.”

Herwiha Tehsîn Ebdulla diyar kir ku îsal çavkaniyên avê zûtir hişk dibin û got;“Ji ber hişkesaliyê ava jêdera Diyana hişk kiriye  lewra em hişkesalî û qeyrana avê radigihînîn. Divê rêya çareseriyê bê peydakirin.’’

ROJNEWS/SORAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.