Li gorî lêkolîneke di kovara Plos One ya zanyariyê de li navenda Fransayê, di şikeftan de şopên Neandertalan hatine dîtin. Ev şopên hatine dîtin bi qasî 57 hezar salan kevin in û weke îşaretên Naendertalan tên binavkirin.
Li Şikefta La Roche-Cotrad a ku di Newala Loire de ye, gelek xêzên nû hatin kifşkirin. Piştî ku lêkoler bi van xêz û îşaretan daketin, derbarê Neandertalan de encamên balkêş bi dest xistin. Ev şikeft cara ewilî di sala 1846’an hatibû dîtin. Sala 1912’an jî li şikeftê hestû û alavên kevirî yên Neandertalan hatibûn dîtin. Her wiha di salên 1970’yî de jî bi awayekî berfireh lêkolîn hatin kirin û bi vî awayî derbarê Neandertalan de agahiyên girîng derketin holê.
Lêkoleran da zanîn ku ev îşaret û xêzên dişibin dest û tiliyan, ji hêla Neandertalan ve hatine çêkirin. Alavên ku di şikeftê de dîtine, ev agahî piştrast kirine. Çawa ku hinekan destê xwe danîbe ser dîwarên şikeftê û bi vî awayî ev gravûr çêkiribin, ev xêz û îşaret wiha tên xuyanê. Her wiha bilindahiya îşaret û xêzan nîşan dide ku ew ji hêla kesên bejna wan bilind ve hatine çêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN