Şivan Perwer li Japonyayê konser da

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 17 Çile 2024 - 03:15

Stranbêjê Kurd Şivan Perwer beriya çend mehan dabû zanîn ku ew ê ji bo 50 saliya xwe ya hunerê, rêzekonseran li dar bixe û konsera xwe ya ewilî di 23’ê Kanûna 2023’yan li bajarê Duisburgê yê Elmanyayê dabû. 

Şivan Perwer vê carê jî çû paytexta Japonyayê Tokyoyê û li wir 14´ê Çileyê 2024´an konserekê li dar xist.

Şivan Perwer ku bi stran û dengê xwe weke efsaneyekî tê qebûlkirin niha 70 salî ye. Ew ne tenê di nav Kurdan de her wiha li dinyayê jî tê naskirin. Ji bo rêzekonserên xwe yên ku ew ê li welatên weke Hollanda, Ingilîstan, Fransa û Japonyayê bide wî 20 stranên nû jî hazir kirine û ew van stranên nû di konseran de dibêje.

TOKYO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.