Filmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ ku Komîna Filman a Rojava çêkiriye, xelata filmê baştirîn a Japonyayê wergirt.

Filmê Gava Şitil Mezin Dibin (When Seedlîngs Grow) ku li ser jiyana rojane ya malbateke Kobanê ku bi firotina mast debara xwe dike ye, balê dikişîne ser ser guherîn û pêşketina civakbûna nû ya piştî şer û şoreşê.

Film ji aliyê Komîna Filman a Rojava ve bi derhêneriya Rêger Azad hat çêkirin. Seneryoya filmê jî ji aliyê Emîn Engizek, Denîz Derya û Rêger Azad ve hatiye nivîsandin.

Filmê ku dema wê saeteke û 23 deqe ye, piştî ku di sala 2022’an de galaya xwe li Kobanê kir, li Mihrîcana Filman a Cine Pobre ya Meksîkayê hat nîşandan. Di 21’emîn Mîhrîcana Filman a Cine Pobre ya Meksîkayê de ket bijarteya filmê cîhanê ku herî baş xwe fînanse dike. Film di mihrîcanên Arjantîn Doca û Îtalyayê de jî hat nîşandan. Film di Mihricana Filman a Montevîdeo ya Uruguayê ya 9’an de jî xeleta baştirîn filmê dirêj wergirt.

Piştre di 20’emîn Mîhrîcana SKIP CITY İnternational D-Cinema a Japonyayê de di nav 1246 filman de weke filmê herî baş hat hilbijartin.

Film wê li Kolombiya, Katalonya, Swêd, Elmanya, Portekîz, Emerîka û li gelek cihên din were nişandan.

ANH/QAMIŞLO