Sirûdên kevnar ên Gatayên Zerdeşt

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 24 Çile 2023 - 01:41

Weşanxaneya Sîtavê, pirtûka “Sirûdên Herî Kevnar ên Kurdî-Gatayên Zerdeşt” bi  Kurmancî, Kirmanckî û Avestayî çap kir. 

Pirtûka Gatayên Zerdeşt, ji beşa Gatayan a Avestayê pêk tê. Di pirtûkê de Gata bi zimanê Avestayî hatine nivîsîn. Piştre her Gata bi tîpên Latînî bi Kurmancî û Kirmanckî hatiye nivîsîn. Paşê dîsa bi Kurmancî û Kirmanckî peyv bi peyv hatiye nivîsîn, piştre jî dîsa bi Kurmancî û Kirmanckî wateya wê ya giştî hatîye nivîsîn. 

Yanî her Gatayek, hem bi Kurmancî hem bi Kirmanckî, hem peyv bi peyv hem jî bi giştî bi zimanê îro, bi awayekî herikbar hatiye nivîsîn. Ev cara yekem e di kurdîya Kurmancî û Kirmanckî de beşa Avestayê ya Gatayan bi vî awayî tê çapkirin. Ev rêbaz ji bo hînbûna Gatayan rêbazeke herî baş û bi kêr e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.