Li bajarê Elmanyayê Giessenê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) xizmeteke din dide endam û mêvanên xwe. Komeleyê biryar da ku ji hostekarê şîraniyan ê Nisêbînê, Hecî Elî (Çigçi) şîraniyên xwe yên xelekî li hewşa komeleyê çêke. Ev yek hem tama devê mêvan û endamên komeleyê xweş dike û hem jî gelek Nisêbîniyên li Giessenê ji nû ve bi şîrînahiyên Hecî Elî tamişkî dike.
Hecî Elî 18 salî ji birayê xwe hîn bûye şîrînahîçêkeriyê. Lê ew bûye hostekerekî welê ku gava li Nisêbînê hinan behsa şîrînahiyên xelekî dikir, yekser navê Hecî Elî û malbata wî dihat bîra mirovan. Xelk dibêje ji şîrînahî û şerbeta Hecî Elî xweştir nîne. Niha Komeleya NCDK'ê li hewşa xwe konek ji wî re veqetandiye. Hefteye rojekê (pêncşeman) Hecî Elî van şîrînahiyên xwe çêdike. Heger dilê we jî çû van şîrînahiyan, berê xwe bidin komeleya Giessenê, yan jî têkiliyê pê re deynin.
GIESSEN