‘Bila 24 salan di hepsa Tirkan de be’

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 31 Tebax 2021 - 23:29

Dewleta Elman, tevî ku 24 sal cezayê hepsê ji ber sedemên siyasî lê hatine birrîn jî, xwest penaberê siyasî Unal Duz dersînor bike. Polêsê Elman, Unal Duz ê ji Wanê yê 33 salî doh ji bo der sînor bike, bire balefirgeha Munchenê. Li ser hewldan û protestoyan Unal Duz hat berdan.

Unal Duz sala 2019´an doza penaberiya siyasî kir li Elmanyayê. Lê rayedarên Elman doza wî ya penaberiyê du caran red kir bi hinceta 24 sal cezayê hepsê ne sedema penaberiyê ye, yanî têra xwe ne giran e. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê li Zanîngeha Çewlîkê çalakî kiribûn, 4 caran doz lê hatibû vekirin û ev ceza lê hatibûn birrîn. Unal Duz di heman demê de rêveberê bajêr ê DBP’a Çewlîkê bû jî.

Bi xêra zexta raya giştî

Hevala wî Esen Akdag ji me re got, ji ber ku 24 sal cezayê hepsê li Unal Duz hatiye birrîn, rayedarên Elman wî weke kesekî bi tehlûke dibînin û wiha peyivî: "Di bersiva fermî ya rayedaran de gotine, di hepsên Tirkiyeyê de 24 sal ceza ne giran e û her kes dikare ewqasî di hepsê de bimîne. Ji Unal re gotine, ji ber ku tu çûye konsolosiya Tirk me tu girtî. Lê tiştekî wisa nîne. Me ji bo karûbarên zewacê e-mail ji konsolosiya Tirk re şand. Me rojnamevan û parlamenter agahdar kirin. Bi xêra zexta raya giştî me dersînorkirina wî da rawestandin." 

Parlamentera Partiya Çep a eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemirê jî ji rojnameya me re got, doh sibehê polêsan saet 10:00´an bi ser mala Unal Duz de girtiye û ji bo dersînor bike ew biriye balefirgeha Munchenê. Wê got, wan parlamentera federal Ula Jelpke û parlamentera Keskan a eyaleta Bayernê Gulseren Demirel jî agahdar kiriye. Wan nameyek ji rayedaran re nivîsiye û gotiye, heger Unal Duz bê dersînorkirin, ewê 24 salan bikeve hepsê. Wê got, bi xêra vê û çalakiya li ber balefirgehê Unal Duz hatiye berdan.

Wê her wiha got, ji Bayernê her hefte 1 yan jî du kes tên dersînorkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.