Finnkurd ber bi lîga 2´yê ve

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 6 Îlon 2021 - 23:56

AZAD AGIR / FRANKFURT

Finnkurdê di lîga siyasn a Fînlandiyayê de dijberê xwe şikand û êdî misoger kir ku di play-offê de hebe. Li Baselê FC Ferad jî zora hemberê xwe 7 û 1 bir. Bi giştî tîmên Kurd di lîgên xwe yên li Ewrûpayê de vê hefteya bihurî serketî bûn.

Finnkurd li paytexta Finnlandiyayê Helsînkiyê ye û li mala xwe tîma FC Viikingit 6 û 0 bir. Bi vî awayî misoger kir ku di play-offên ji bo derkertina lîga diduyan de cih bigire. Niha puwanên wê 22 ne û di rêza sêyem a lîga xwe de ye. Finnkurd maça xwe ya yekê ya play-off îna bê wê bi tîma FC Tips re bike. 

FC Ferad mala reqîb wêran kir

FC Ferad li bajarê Swîsreyê Baselê di lîga 4´an de dilîze. Di hefteya 4´an a lîga xwe de bi FC Srbija re lîst û di maçê de 7 û 1 bi ser ket. Hefeya bê ew bi tîma Atletico Basel re li deplasmanê dilîze.

3 gol û 3 puwan

Li eyaleta Saarland jî di lîga wilayetê de FC Kandil Saarbrücken, di hefteya 4´an a lîgê de bi FV Fechingenê re li deplasmanê musabeqe kir. Di 20 deqîqeyên dawî de ji ber seqetbûna kelehvanê xwe, tîm kete rewşeke zehmet, lê di dawiyê de li hemberî reqîbê xwe 2 beramberî 3´yan bi ser ket.  FC Kandil di lîga xwe de bi 7 puwanan niha di rêza 7´an de ye. Hefteya bê jî ew ê li seheya xwe bi FV 08 Pütlingen re bilîze.

Li bakurê Elmanyayê bi ser ketin

SV Newroz Hildesheim a di lîga wilayetê ya Hannover Staffel 9 de dilîze, zora BW Salzhemmendorfê li deplasmanê 1 û 4 bir. Hefteya bê ew ê bi li mala xwe bi FC Ambergau- Volketsheim re bilîze.

FC Bingol 12 di lîga eyaletê a Hamburg Landesliga de ye, Wê li seheya xwe zora tîma SVNA I takımını 3 û 0 bir. Piştî bi du hefteyan tîm wê li dijî Vorw. Wacker li deplasmanê bilîze.

Li Giessenê, Kurdischer FC Gl di Kreisoberliga de dilîze. Di vê maça xwe de li seheya xwe wê 5 û 2 zora tîma SG Obbornh./Bellersh bir û ev serketina wê ya yekê ya vê sezonê bû. Hefteya bê Kurdischer FC Gl wê li deplasmanê bi tîma SF Burkhardsfelden re bilîze.

Li Dortmundê FC Roj di Bezirksliga 09 de dilîze. Ew li seheya xwe bi tîma Spvg Blau Gelb Schwerin re lîst û bi encama 1 û 1 bi puwanekê razî bû. Hefteya bê ew ê li deplasmanê bi SG Castrop Rauxel re bilîze.

Serkeftinê 5 gol xwarin 

FC Serkeftin 1992 di Frankfurt Kreisliga A de dilîze. Li seheya xwe dawiya hefteya bihurî wê ji reqîba xwe Germania Enkheimê 5 gol xwarin û karîbû tenê golekê biavêje. Bi vê jî di lîgê de ew kete rêza 10´an. Hefteya bê ew ê bi tîma FFC Olimpia 07 re li deplasmanê bilîze.

FC Jiyan Kurdistan amade ye

Li herêma Normandi ya Fransayê, li bajarê Rounenê di lîga D1´ê de FC Jiyan Kurdistan dilîze. Lîg îna li pêşiya me dest pê dike. Ew ê bi tîma O. Darnetal re maça xwe ya yekê bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.