• Beriya bi du salan Polêsê Kolnê bi nûçeyên derew hewl da xwepêşandana Kurdan a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê asteng bike.

Beriya bi du salan Polêsê Kolnê bi nûçeyên derew hewl da xwepêşandana Kurdan a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê asteng bike. Organîzatorên xwepêşandanê doz li Polêsê Kolnê vekir û niha Polêsê Kolnê wê bê dadgehkirin. Rûniştina dozê îro dest pê dike.

Gava ku dewleta Tirk pêrar dest bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî kir, Kurdistaniyan û dostên wan li seranserê dinyayê daketin meydanan. Li Kolnê jî wê çalakiyeke mezin bihata lidarxistin. Lê Polêsê Kolnê hewl da vê xwepêşandana mezin bi nûçeyên derew sabote bike. Lewma polês berê xwestibû bi biryara dadgehê xwepêşandanê qedexe bike.  

Organîzatorên xwepêşandanê Antifaschistische Aktionsbündnis Köln gegen Rechts (Hevgiriya li dijî rastgiriyê ya çalakiyan a antîîfaşîst a Kolnê) û Interventionistische Linke Köln (Çepgiriya destwerdêr Koln- iL Koln), mesele birin dadgehê. Doz li dijî eyaleta Nordrhein-Westfalen (NRW) ye. Rûniştina pêşî ya dozê îro li Dadgeha Îdarî ya Kolnê li dijî nûnerê eyaleta NRW’ê Midûriyeta Polêsan a Kolnê, dest pê dike.

iL Kolnê da zanîn ku organîzatoran ji bo 19’ê Cotmeha 2019’an xwepêşandanek bi sernavê “Li dijî şerê êrişê yê dewleta Tirk piştgiriya bi Rojava re” ragihandin. Xwepêşandan wê li navenda Kolnê çêbûya. Polês pêşî destûra cihê meşê neda, lê piştî doza bi lez 17’ê Ctmeha 2019’an neçar ma destûrê bide. Midûriyeta polêsan 18’ê mehê careke din bi organîzatoran re peyivî û îdîa kir ku agahî li ber destê wan hene ku ‘100 Kurdên bi kêran” wê beşdarî xwepêşandanê bibin.

Di heman demê de meqamên berpirsiyar daxuyaniyek dan çapemeniyê û heman nûçeya derew belav kir. Yek encama tenê hebû, ew jî belavkirina tirsê di nava xelkê û heta beşdarên xwepêşandanê de.

Da ku dubare nekin

Organîzator dibêjin, bi vê helwêsta xwe Midûriyeta Polêsan mafê civîn û xwepêşandanê binpê kiriye. Ew dibêjin belavkirina nûçeya derew ji bo binpêkirina mafê xwepêşandanê karekî neqanûnî bû. Wekî din organîzatorên dibêjin, polês ji wan 18’ê Cotmeha 2019’an xwest ew bi xwe xwepêşandanê betal bikin û ev jî neqanûnî bûye. 

iL Koln dixwaze ku Dadgeha Îdarî ya Kolnê van binpêkirina tesbît bike da ku polêsê NRW’ê careke din bi vî rengî li dijî Kurdan û xwepêşanerên muxalif tevnegere. Rûniştina dozê îro saet 09:30’î li Dadgeha Îdarî ya Kolnê ya li Appellhofplatzê çêdibe.

KOLN