Piştgirî ceza kirin

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 02:54

Swîsreyê 2 sala ceza li piştgiriya bi Rojava re birrî. Li gorî nûnerên rêxistinên endama wan hatiye cezakirin, doz siyasî ye û biryara dadgehê ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê ye. Andi ya ku ceza lê hat birrîn li ber biryarê radibe. 

SERDA DEMIR / BELLIZONA

Endamê rêxistina Swîsreyî, Avakirina Şoreşgerî û sekreterê Alîkariya Sor a Navneteweyî (Red Help International) Andrea Stauffacher (Andi) ji ber piştgiriya bi Rojava re hat dadgehkirin û 2 sal cezayê hepsê lê hat birrîn. Andi rûniştina dozê boykot kir û got, "Ez ji bo çi biçim rûniştina dozeke ku Swîsre û dewleta Tirk bi hev re organîze dikin?"

Dadgehkirin li dadgeha herî bilind a ceza a Swîsreyê yanî li Dadgeha Federal a Bellinzonayê birêve çû. Andrea Stauffacher hat gunehbarkirin bi wê yekê ku wê sala 2017´an di rojên pêkhatina Foruma Aborî ya Cîhanê de di êrişa li dijî konsolosiya Tirk de cih girtibe û di çalakiya 2021´ê de jî şidet bi kar anîbe. Rûniştina dozê 18´ê Mijdarê bû. Dadgehê ji ber tohmeta bikaranîna şidetê di çalakiyê de cezayê pere li Andi birrî û ji ber tohmeta êrişa li dijî konsolosxaneya dewleta Tirk jî 2 sal cezayê hepsê lê hat birrîn. Tevî ku di destê dozger de ti delîl jî nebûn, ev ceza hat birrîn. Parêzerên Andi wê li ber biryarê rabin. 

Dadgeh boykot kir

Dadgehkirinê du rojan dewam kir. Roja yekê, rûniştina dozê hat boykotkirin û meşek ber bi konsolosxaneya dewleta Tirk ve hat kirin. Li vir Andi peyivî û got, “Ez ji bo çi biçim rûniştina dozeke ku Swîsre û dewleta Tirk bi hev re organîze dikin?” Andi got, li dijî dadgehkirinê û li dijî gefên dagirkeriyê yên li Rojava tên xwarin, ew ê çalakî û kampanyayan dewam bikin.

Endama Alîkariya Sor a Navneteweyî û Avakirina Şoreşgerî, Rosa jî li ser dadgehkirinê peyivî, û got, dadgehkirin sîyasî ye û “Dozgerê federal biryara xwe ya siyasî li gorî berjewendiyên Enqerê da. Hêza bandorê li dadgehê dike ya sereke dewleta Tirk e, bi nûnerên xwe yên dêplomatîk tim û daim zext li Swîsreyê kirin. Di êrişa li dijî konsolosxaneya Tirk de hincet û delîlên ji bo dadgehkirina Andi kêm bûn. Dozger û dadgehê jî ev dîtin, û xwestin dozê bigirin, lê zexta dîplomatîk a dewleta Tirk timî xwest vê asteng kir."

Êrişî piştgiriya bi Rojava re dikin

Rosa got, "Dadgeh hewl da Andi bike hedef. Lê hedefe esas di şexsê Andi de nirxên wê û piştgiriya bi Rojava re ye. Divê mirov li vê dozê wisa binihêre ku ew beşek ji êrişên dewleta Tirk ên ji tevahiya bereyan ên li dijî Rojava ye. Andi, ji ber têkoşîna xwe ya înternasyonalîst a li dijî dewleta Swîsreyê û çîna kapîtalîst a Swîsrî ya ku destekê dide şer û mêhtingeriyê, tê dadgehkirin."
Rosayê di dawiyê de got, Alîkariya Sor û Avakirina Şoreşgerî di rêxistinên di nava piştgiriya kurewê ya bi Rojava re ne û bi vê dadgehkirinê dixwazin vê piştgiriyê mehkûm bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.