Ciwan li Dusseldorfê bûn

Duşem 13 Îlon 2021 - 23:56

Ciwanên kurd û ên înternasyonalîs bi daxwaza Azadî ji Rêber Ocalan re ji Kolnê dest bi meşa dirêj kirine. Wan roja sisiyan a meşê doh bi dawî kir. 

Meşa dirêj a ciwanan êrî li Ewrûpayê ji rêûresmên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Meş îsal bi şîara “Dest Bi Dest-Mil Bi Mil; Werin Cenga Azadiyê” bi rê ve diçe.

Meş wê heta Aachenê dewam bike. Bi sedan ciwan ji Elmanya, Fransa, Awusturya, Swêd, Holanda, Ingilîstan û Swîsreyê beşdar dibin. Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger-TCŞ û Jinên Têkoşer-TêkoJINê pêk tê û ciwanên antîfaşîst û înternasyonalîst jî bi wan re ne.

Şemiyê saet 11´an ciwanan dest bi meşa xwe kir û pankart û dovîzên li ser wan nivîsandî, “Cenga Azadîye Geş Bike, “Avaşîn, Zap, Metîna Bijî Gerîla”, “Freedom for Ocalan” hilgirtin. Ciwanan t-shirtên li ser wan nivîsandî “Freedom for Ocalan” û “Werin Cenga Azadiyê” li xwe kir.

Di roja 3’yan a meşê de ciwan doh li ber Forum AVM´ê ya li Benrath Bahnhofê civiyan û ber bi navenda Dusseldorfê ve meşiyan. Di nava her du rojên pêşî yên meşê de gelek êriş û provokasyon li dijî meşê pêk hatin. Lê doh bûyerekê neerênî rûneda.
Îro ciwan wê ber bi Duisburg Tyssenkrupp-Marxlohê ve bimeşin. 

DUSSELDORF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.