• Polês cezayê salekê jî ji ber kuştina Mawda ya 2 salî zêde dît. Polêsekî Belçîkî 17’ê Gulana 2018’an gava ku dabû pey minîbuseke penaber tê de, Mawda qetil kiribû. 

Polês cezayê salekê jî ji ber kuştina Mawda ya 2 salî zêde dît. Polêsekî Belçîkî 17’ê Gulana 2018’an gava ku dabû pey minîbuseke penaber tê de, Mawda qetil kiribû. Gava hat kuştin Mawda di hembêza dayika xwe de bû. Dayik û bavê Mavdayê ji

Başûrê Kurdistanê ne û hingê dixwestin pena xwe bibin Ingilîstanê.

Polêsê kujer dibêje, ti gunehê wî di bûyerê de nebûye, wî li gorî qanûnê gule reşandine. Doza ku wî biriye dadgeha temyîzê wê 4’ê Mijdarê li Monsê bi rê ve biçe. Polêsê ku kezeba wî û wicdanê wî jî ji ber kuştina Mawda naşewitin, dixwaze ji dozê beraet bike.

Dozgerî li ser ya xwe ye û dixwaze polês, kêm jî be bê cezakirin.

Malbata Mawda bixwe hem xemgîn e û hem jî êşiyaye ji ber ku edalet bi cih nehat û niha mumkin e ku polêsê kujer beraet jî bike. 

BRUKSEL