Sînemaya Serbixwe derket

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 22 Tîrmeh 2021 - 04:57

Kovara bi navê “Sînemaya Serbixwe” ya ku bi awayekî dijîtal tê weşandin bi hejmara 5’an derket. 

Kovar bi bergê xwe yê vê hejmarê silavê dide derhênera jin Agnes Vardayê ku dibêje, “Sînema Mala Min e, dibêjim qey ez her tim li sînemayê jiyam”. Di vê hêjmerê de jî wekî berê dîsa nivîs, gotar, hevpeyvîn û nûçeyên derbarê sînemayê de di kovarê de cih digirin. Kovar bi şêwezarên Kurmanckî û Kurmancî derdikeve. 

Herr Mannelig, Dîlek Durgun, Mela Mihyedîn, Remezan Haydaroglû, Rûmet Med, Welat Ramînazad bi nivîs, gotar û hevpeyvînên xwe tev li vê hejmarê bûne.

Di nivîsa edîtor ya kovarê de tê gotin, “Hunera heftemîn sînema; şêwazeke derbirinê ye û rengekî ciwan, ronak û efsûnkar e ku dibe neynika herî zelal a dem û herikîna xwezaya jîyanê. Wekî kulîlkeke rengîn û nemir; bêdemsal vedibe û bêsînor şîn tê…”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.