Sînemaya me divê gerdûnî be

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 29 Mijdar 2023 - 16:14

Ji bo rojnameya me Havar Derya bi derhêner Rêber Dosky re peyivî. Rêber Dosky sala 1975´an li Dihokê hatiye dinê ûş îro roj li Holandayê dimîne. Wî nexasim  jî bi belgefilmên xwe gelek xelat wergirtine.

Ji bo projeyeke filmekî Rêber Dosky beriya niha bi çendekê, çûbû Bakurê Kurdistanê. Hêzên dewleta Tirk ew li Mêrdînê kirin nezaretê, û piştî miameleya xirab pê re kirin, ew dersînor kirin.

Ew ji Havar Derya re dibêje, “ji bo ku mirov ji sînemaya Kurdî fêm bikin, ez çîrokên di filmê xwe de dibêjim, bi aliyê wan ê gerdûnî dineqînim. Ez hewl didim bêyî ku ajîtasyonê bikim, pirsgirêk û meseleyên Kurdan vebêjim. Dio dawiya dawî de sînemaya min bi êş, xizanî û meseleyên civakî yên miletekî dadikeve. Bi ya min gelekî muhim e ku bêyî ku temaşevanan aciz bike, bibeecîne, mirov karibe vê yekê bike.”

Li ser sedema kirina wî ya nezaretê li Tirkiyeyê jî ew dibêje, “Ez hîna jî nîzanim çima ez kirim nezaretê. Ez li balefirgeha Mêrdînê kirim nezaretê. Ji wir ez birim, midûriyeta polêsan a li Qoserê. Di dawiya roja sisiyan de hikûmeta Tirk ez dersînor kirim. Bi vî awayî pêşî li hunerê min girtin. Min bi xwe dixwest li Mêrdînê filmekî çêkim, yê ku tevahiya xweşikahiyan û bedewiyan bihewîne.”

 

Li ser Rêber Dosky

Rêber Dosky bi belgefilmê xwe yê pêşî 'The Call' (2013) ji Akademiya Film a Amsterdamê mezûn bû. Bi kurtefimê ‘Sekvanê Kobanê’ (2015) deriyên sînemaya navneteweyî lê vebûn. Li Hollandayê xelata rojnamevanê herî baş a “Tegel”ê wergirt. Belgefilmê wî 'Radyo Kobanê' (2016), li IDFA´yê bû belgefilmê herî baş, li dinyayê wekî din jî vî filmî gelek xelat wergirtin. Sala 2017´an belgefimê wî 'Meryem' jî serketî bû. Filmê ‘Sidik û Piling’ sala 2019’an bû belgefilmê herî baş ê Holandayê li IDFA´yê. Filmê wî yê dawî “Jinên Êzîdî-Keçên Rojê” jî li Hollanda namzet e ji bo xelata Golika Zêrîn a Festîvala Filmên Holandayê ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.