Sînemagera ciwan: Rojda Şêxo

Nûçeyên Çand/Huner

În 26 Tîrmeh 2024 - 00:57

FÎRAZ BARAN

Rojda Şêxo sînemager e. Ew xelkê Kobanê ye lê li Serêkaniyê hatiye dinê û mezin bûye.

Rojda sala 2015’an li Amedê dest bi perwerdeya sînemayê dike. Li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn du sal perwerde dibîne. Heta niha ew di nav van projeyên jêrîn de cih girtiye:

* Ew wekî lîstikvan û alîkara derhêner beşdarî fîlmê 14ê Tîrmehê bûye.

* Sala 2016 û 2017an Festîvala Fîlmên Kurdî a Amedê di koordînasyonê de cih girtiye.

* Piştre ji bo Komeleya Mafên Mirovan û UNICEFê dokufîlmek kişandiye. Çîrokên jinên penaber ên ku li Şengal û Rojavayê Kurdistanê hatine kişandiye û nivîsiye.

* Sala 2018an derbasî Rihayê bûye û ji bo 12 şagirtan dersê sînemayê daye. Ev perwerde şeş mehan berdewam kiriye û ji aliyê saziya JAZê ve hatiye destek kirin.

* Rojda piştî wê çûye Stenbolê û li ser projeyên cuda yên biyaniyan (Ewropî, Tirk û Ereb) wek Post Produktion kar kiriye. Wek mînak ji bo televîzyona Ereban MBC 4ê rêzefîlmek kişandine û bi giştî 48 beşan de cih girtiye.

Rojda ji bilî Kurdî bi Erebî, Tirkî û Fransî dizane û hînî Îngilîzî dibe. Di nav sînemayê de karê montajê, kamerayê û çêkeriyê baş nasdike.

Ew niha li Parîsê, li Zanîngeha Sorbonneê perwerdeya sînemayê (derbasî sala sêyemîn bûye) û li Zanîngeha Înalcoyê jî perwerdeya wêjeya kurdî (derbasî sala duyemîn bûye) dibîne.

Rojda 25 saliye, têr û tije xwedî tecrube ye. Niha li dibistana Mamoste Kamuran Bedirxan dixwîne. Ew bi gelek zimanan diaxive û dinivîsîne. Di warê pîşeyî de jî xwe pir baş perwerde kiriye. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.