• Komuna Film a Rojava, sala 2015'an li Dirbêsiyê ava bû. Ji bo belavkirina çanda sînemayê destpêkê bi karên akademîk rabû.

NUJIYAN ADAR / ANF/QAMIŞLO

Komuna Film a Rojava, sala 2015'an li Dirbêsiyê ava bû. Ji bo belavkirina çanda sînemayê destpêkê bi karên akademîk rabû. Komuna Film a Rojava ku Akademiya Şehîd Yekta Herekol ava kir, ji bo pisporiya di sînemayê de mirov perwerde kirin. Akademiya Şehîd Yekta Herekol gelek sînemavan gihandin, lê belê ji ber êrişên dewleta Tirk hate girtin. Komuna Film a Rojava ku dest bi dewreyên heftane yan jî mehane yên perwerdeyê kir, li gorî pêwîstiyê, mijarên perwerdeyê destnîşan kirin. Di sala destpêkê ya Akademiya Şehîd Yekta Herekol de 11 film, piştî salekê jî 7 film ji aliyê Komuna Film a Rojava ve hatin amadekirin. Wê her wiha mohra xwe danî binê filmên 'Bajarên Wêranbûyî' û 'Ji bo azadiyê’. Niha jî amadekariyên filma Kobanê dewam dikin. Komuna Film a Rojava, sala 2019'an dest bi karê rêzefilman kir, hindik maye ku rêzefilmekî jî biqedîne.

Bi mezûnên destpêkê yên Akademiya Şehîd Yekta Herekol re Komuna Film a Efrînê ava bû, lê belê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk, Komuna Film a Efrînê çû Şehbayê. Sala 2018'an Komuna Film a Kobanê ava bû. Li Serêkaniyê jî studyoya dublajê hate vekirin, lê belê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a sala 2019'an karê vê studyoyê li Qamişloyê dewam dike.

Sê komunên sînemayê hene

Komuna Film a Rojava li gorî pêwîstiyan, bi projeyan xwe bi rêxistin dike, hem hejmara endamên xwe hem jî cih û dema projeyan diyar dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin sîwana komunên sînemayê de komunên herêmên Şehba, Kobanê û Cizîrê hene. Her wiha di bin sîwana TEV-ÇAND'ê de jî kar tê meşandin.

Li nava Komuna Film a Rojava komîteyên Senaryo, Produksiyon û Dîplomasiyê hene, komîte jî projeyên xwe li gorî pêwîstiyan diyar dikin. Budce jî ji aliyê komuna Film a Rojava carna jî ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve tê dayin.

Tenê dilxwazî têra endamtiyê dike

Hem ji ber ku komun demeke dirêj ava nebûye hem jî elaqeya zêde ya gelê Kurd a li sînemayê, endamên Komuna Film a Rojava vê gavê bi giranî ji Kurdan pêk tê. Lê belê di projeyan de ji gelên cuda re jî cih tê veqetandin.

Komuna Film a Rojava ku 5 sal in Festîvala Fîlman a Rojava li dar dixe, amadekariyan dike ku li Reqa û Tebqayê jî komuna filman ava bike. Endamên Komuna Film a Rojava ne şert e ku beşa sînema-film xwendibûn, mirov dilxwaz be dikare bibe endam.

Heta niha 25 film çêkirine

Komuna Film a Rojava ev 7 sal in hewl dide bibe zimanê şoreşê, her wiha berxwedana li Sûr, Şengal û Kobanê jî raxist pêş çavan. Di demeke kurt de karên zehmet birin serî. Komuna Film a Rojava heta niha 25 film çêkirine. Ji bilî sê filman, karên filmên din hemû li Rojava meşandin.

Sînema û şoreş yek in

Endama Komuna Film a Rojava Sêvînaz Evdikê niha beşa sînemayê dixwîne. Ew dibêje, "Ez ti carî nefikirîm ku tevlî karekî sînemayê yê dûrî ji şoreşê bibim. Komuna Film a Rojava ji bo min a herî baş e. Ji ber ku ji sînemayê hez dikim, min tercîh kir, lê belê heger vê sînemayê xîtabî şoreşê nekiribûya, ez tevlî nedibûm. Ji ber ku hem sînema hem jî şoreş yek in, elaqeya min a ji bo sînemayê jî zêde bû."