Sînema û şahidiya şerê Kobanê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 27 Çile 2024 - 02:54

  • Piştî şerê li Kobanê gelek sînemageran berê xwe da Rojavayê Kurdistanê, da ku şahidiya şer bikin. Tiştên ku li wir qewimîbûn bi rêya belgefilm û her wiha filmên çîrokî ve hatin nîşandan. Di salvegera rizgarbûna Kobanê de me filmên ku şahidiya şerê Kobanê kirine anîn cem hev.

Şoregerekî bi van gotinan mizgîniya rizgarbûna Kobanê ragihandibû; “26’ê meha Çileyê 2015’an Kobanê rizgar bû, saet 3’ê kêm 10 deqîqe” Piştî şoreşa Rojava, xelkên cîhanê hemûyan Kobanê nas kir û ev bajêr bû sembola azadiyê. Kurdan bi berxwedana xwe ya dîrokî bala cîhanê hemûyî kişandibû ser Rojava û ji her derê dinyayê xelk tevlî şoreşê bûn. 

Di warê hunerî de jî şerê Kobanê bala gelek kesan kişand ser xwe. Piştî şer, bi hunera xwe bi vê mijarê daketin û xwestin behsa serpêhatiya şer bikin. Li ser şerê Kobanê, roman, helbest û şano hatin nivîsandin. Her wiha, vê şoreşê bala gelek sînemageran jî bire ser xwe û piştî şoreşê wan berê xwe da Rojava, nexasim jî kesên ku belgefilm çêdikirin, dixwestin serpêhatiya şerê li Rojava vebêjin û bi vî awayî dinyayê bi vî şerî bihesînin.

Di salvegera rizgarbûna Kobanê de me xwest em hin film û belgefilmên ku hatine çêkirin, bînîn bîra xelkê û binihêrin bê ka li ser vî şerî di warê sînemayê de berhemên bi çi awayî hatine hilberandin.

Şahidiya şer ya di rojekê de

Filma “Gava şitil mezin dibin” ya Rêger Azad Kaya derhêneriya wê dike, di rojekê de derbas dibe. Esas, meriv dikare bibêje filmeke rê ye. Huseyin û keça xwe li erdeke bejî ya bê av, hewl didin darên fêkiyan biçînin. Film bi avdana van daran dest pê dike û paşê jî rêwîtiya wan a ber bi bajarê Kobanê ve dewam dike. Di hêla wext û şêwaz de filmê ev rê ji xwe re hilbijartiye. Filmên ku di rojekê yan jî şevekê de derbas dibin, gelek in di dîroka sînemayê de. Karakterê bi navê Huseyin ku li gundekî derûdora Kobanê dijî, tevî motoreke xwe ya piçûk diçe Kobanê, mast difiroşe. Keça wî ya piçûk jî wê rojê bi awayekî tesadûfî pê re diçe bajêr. Em dibin şahidê rojeke Huseyin. Yanî di rojekê de em xwe li motora Huseyin siwar dikin û bi wî re em jî dibin şahidê gelek tiştan. Her wiha em dibin şahidê serpêhatiya şerê li Kobanê û her wiha rewşa heyî ya a niha li Kobanê diqewime jî. Yanî her çiqas rêwîtiya Huseyin, keça wî û Hemûdê li peş be jî di paşxaneya filmê de encamên şer, pergala niha li Kobanê hatiye avakirin û jiyana rojane ya Kobanê heye. Bi hûrgiliyên piçûk û dîmenên pak, em dibînin ku “mezinbûna şitlan” yanî bipêşketina “nifşên nû” li erdeke bejî ya bê av helbet ne hêsan e, ev pêvajo bi xwe re gelek pirsgirêkan jî tîne. 

Bi şervanên bi rastî filma ‘Kobanê’ çêkirin

Ozlem Yaşar derhêneriya filmê kiriye û Medya Doz senaryoya wê nivîsiye. Film ji aliyê Komîna Film a Rojava û Tevgera Çand û Hunerê Demokratîk (TEV-ÇAND) sala 2021`ê hate çêkirin. Dema wê 2 saet û 30 deqîqe ye. Dîmenên filmê li herêmên cuda yên kantonê hatin girtin. Li van deveran şerên rastîn beriya çend salan li dijî DAIŞ`ê lê qewimîbûn.

Mijara sereke ya filmê şervanên jin ên Kurd in ku di şerê dîrokî yê ji dorgirtina DAIŞ'ê rizgarkirina Kobanê de pêşengiya şerê 134 rojan ê rohniyê li dijî tariya DAIŞ'ê kirine. Dîmenên filmê 7 mehan hatin girtin. Kadroya filmê ji aktor û aktirîstên amator û şervanên bi rastî pêk hat. Di filmê de rastî û sêwirandin kete nava hev. Jixwe senaryo jî xwe disipêre gelek şahidiyan. Dîmen jî qismî li cihên ku bi rastî şer li wan qewimî yên dîrokî hatin girtin.  

‘Nû Jîn’ serpêhatiya 3 jinên YPJ’yî

Derhênerê belgefilmê Veysî Altay, ne ku ji bo belgefilmê çêke çûbû Kobanê, wî dixwest bi rojnamegeriya xwe raya giştî ji şer haydar bike û nûçeyan ragihîne. Lê serpêhatiyên wî yên li wir, kirin ku ew belgefilmekê jî çeke. Belgefilma “Nû Jîn” behsa serpêhatiya jinên pêşeng ên di şer de dike. Ew qederê saetekê dirêj e. Belgefilm sala 2014’an hatiye çêkirin. Sê jinên YPJ’yî di çeperan de çawa li ber xwe didin, nîşan dide. Ew her sê jin jî bûne sembola berxwedana şerê Kobanê. Belgefilma “Nû Jîn” li gelek festîvalên cîhanê hat nîşandan û xelat wergirtin. Nû Jîn, di Mîhricana Filmên Navneteweyî ya Atlantikê de xelata belgefilma herî baş wergirt.

Roza; welatê du çeman

Derhêner Kudbettîn Cebe belgefilma “Roza-welatê du çeman” sala 2016’an hazir kir. Kutbettîn Cebe jî demeke dirêj li Kobanê û bajarên Rojavayê Sûriyê geriyabû û arşîveke baş kom kiribû. Wî bi van çavdêriyan, belgefilma xwe hazir kiribû, “Li Rojavayê, li her herêmê, meclîsên gel hene ku di van meclîsan de her bawerî û nasname li gorî reng û dengê xwe dijî. Me cih da awayê xebata van meclîsan. Ji meclîsa herî piçûk heta meclîsa herî mezin xebatên meclîsan di belgefilmê de cih digirin.” Belgefilma “Roza-welatê du çeman” şoreşa li Rojava bi giştî dinirxîne. 

My Paradise yan jî bihişta Ekrem Heydo

Ekrem Heydo derhênerekî ji Rojavayê Kurdistanê ye. Ew li Serêkaniyê hatiye dinyayê. Wî jî bi belgefilma xwe “Bihişta min” a sala 2016’an, daye pey bibîranînên xwe û serpêhatiyên xwe yên şexsî û ew bi yên civakê ve girê dane. Ew bi vê belgefilma xwe serpêhatiya welatekî ku hatiye dagirkirin vedibêje. Behsa êrişên El-Nûsra û DAIŞ’ê yên sala 2012’an ên li dijî Serêkaniyê, dike. 

Belgefilm bi wêneyekî zarokatiya Ekrem Heydo dest pê dike. Dema ew li dibistanê bû li bajarokê Serêkaniyê, pêkhateyên bajêr Kurd, Ermen û Sûryan li dibistanê bûn. Ekrem Heydo rengê jiyana wê demê tîne ber çavên me û herî dawî niha di çi rewşê de ye, wê vedibêje.

Radyoya Kobanî û dengê Dilovan Kîko

Belgefilma “Radio Kobanî” xwedî nameyekê ye, lê nameya li vir ne ji bo bav ji bo zarokeke hîn çênebûyî ye. Dilovan Kîko, bêjera Rayoya Dengê Kobanê nameyekê ji zaroka xwe ya çênebûyî re dinivîse û tê de qala serboriya xwe ya bêjeriyê û Kobanê dike ku belgefilm jî di ser vê serboriyê re pêvajoya bi şerê DAIŞ’ê re û piştî wê nîşan dide. Dilovan Kîko di demeke wisa de ku hîna nîvê bajêr di dest DAIŞ de ye, tê Radyoya Kobanê ava dike û deng û behsan digihîne mirovan. Radyo Kobanê, di belgefilmê de weke sembolekê ye. Bi radyoyê bajêr vediguhere rewşeke normal, Dilovan Kîko jî dixwaze bi vî awayî bajêr ji nû ve zindîtir bike. 

Trajediya sînoran; Binxet

Derhêner Luigi D’Alife li bajarê Îtalya Torîo dimîne, û cara pêşî Îlona 2015´an bi komekê re berê xwe da Kurdistanê. Ew ji bo piştgiriya Rojava û berxwedana Kobanê diçe navçeya Pirsûsê. Piştre lêgerîna xwe ya bi rêya hunerê xwegihandina raya giştî a welatên rojava, dewam dike. Û di dawiyê de belgefilma “Binxet” derdikeve holê. 

Derhênêrê Îtalî Luigi D´Alife di nav du salan de gelek caran çû Kurdistanê. Dema ew Gulana 2015’an diçe Kobanê û çav bi wir dikeve, dibêje, “Her devera Kobanê azad bûbû. Hingê min fêm kir ka sînor xwedî mane û girîngiyeke çawa ne. Min biryar da ku hem di warê siyasî û hem jî di warê civakî-stratejîk de li wan deran çi diqewime, vebêjim. Ka sînor jiyana Kurdan çawa parçe dikin, çi trajedî didin der, min xwest ji civakên welatên rojava re vebêjim.” 

‘Commander Arian’

Derhênera Katalanî Alba Sotorra di belgefilma xwe de ya bi navê “Commander Arian” (Fermandar Aryen) behsa fermandareke jin a YPJ’ê dike. Fermandar Aryen piştî şerê Kobanê birîndar bûye û em serpêhatiyên wê yên dema şer dibînin. Alba Sotorra beriya ku ew birîndar bibe jî Fermandar Aryen dişopîne û di şer de gelek dîmenên wê digire. Di dawiyê de jî belgefilmeke wiha çedike.

Filmê Alba Sotorra jî li gelek festîvalên cîhanê hat nîşandan û xelk bû şahidê serpêhatiya Aryena fermandar. Belgefilm sala 2018’an hatiye çêkirin.

Û ‘Çîroka bajarên wêrankirî’

Belgefilma Çîroka bajarên wêrankirî, ji berhemên Komîna Film a Rojava ye û di gelek mihrîcanên cîhanî de hat nîşandan. Belgefilm saetek û 17 deqîqeyan dewam dike û ji 3 beşan pêk tê.

Belgefilm balê dibe ser êrişên komên çete yên DAIŞ’ê yên li dijî Şengal, Kobanê û bajarê Ceza yê herêma Firatê, berxwedana şervanên azadiyê yên li hemberî van êrişan, û serpêhatiyan xelkê û şervanan di dema êriş û berxwedanê de.

Derhêneriya belgefilmê “Çîroka bajarên wêrankirî” (Stories of Destroyed Cities) Şêro Hindê kiriye û ev belgefilm sala 2018’an hatiye çêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.