Sirra hostetiya Picasso

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 3 Hezîran 2025 - 00:42

  • Afirandina hunerê bi gelemperî çalakiyek tenê ye, ku bi dizî û bêyî gelek şahidan diqewime. Fîlmê bi navê “Le mystère Picasso” (Sira Picasso) berhemeke ku bi pêvajoya çêkirina tabloyên hunerî yên Picasso dadikeve.

Di sala 1956an de, derhênerê Fransî Henri-Georges Clouzot belgefîlmek belav kir ku balê dibir ser yek ji mezintirîn hostayên dîroka hunerê: Pablo Picasso. Fîlmê bi navê “Le mystère Picasso” (Sirra Picasso) ne nêrînek berfireh a jiyana hunermend bû, ne jî hewldanek ji bo eşkerekirina çîrokên li pişt berhemên wî yên taybet. Di şûna wê de, ew berhemek bû ku pêvajoya hunerî ya Picasso di wextê rast de tomar dikir.

Di nav dema xwe ya 75 deqîqeyî de, Picasso 20 xêz û tablo çêkirin, ku gelek ji wan piştî fîlmkirinê hatin wêrankirin, da ku ew tenê di belgefîlmê de bimînin. Di destpêkê de, Picasso bi hibrê ku ev hibr di ser kaxez re diherikî xêzên xwe çêkirin û Clouzot jî çalakiya afirandinê ango xêzkirinê ji pişt camekê girte kamerayê. Paşê hunermend bi boyaxa zeytî dest bi boyaxkirinê kir, vê carê Clouzot teknîka rawestandina tevgerê bikar anî da ku tevgerên Pîkaso nîşan bide. Her dîmenek nêrîneke balkêş e û nîşan dide bê ka Picasso bi çi awayî tabloyên xwe yên ku weke şahberhem tên qebûl kirin, çêkirine. 

Awirên tûj ên ji nêz ve

Weke nimûne Picasso di çalakiyeke xwe de rûyê jinekê xêz dike, destê wî bi xweşikî li ser kaxezê direqise. Her xêz sivik lê bi niyet e, hestekî hêsanî û sadebûneke bi guman derdixe holê. Di navberê de, dîmenên rûyê Picasso yên ji nêzîk ve hene dema ku ew xêz dike, ku nîşan dide ka çawa pozê xwe xwar dike û awirên xwe tûj dike ji bo kompozisyonên xwe. Di çend kêliyên dawî de, Picasso hêviyên me têk dibe, rûyê jinê vediguherîne kevokekê ku di devê xwe de çend şaxên giyayan digire.

Di pênc deqîqeyan de tobloyên ecêb

Beşek din jî nîşan dide ku Picasso mirîşkekê xêz dike, ku laşê wê bi kulîlkên tevlîhev hatiye nixumandin. Di vî dîmenê de hunermend nêzîkatiya xwe ji nû ve difikire, bi tundî li ser mirîşkê çav, poz û dev xêz dike. Ji vê bingeha yekreng, Picasso kevalên bi rengên geş tijî dike, di nav de şîn, sor û di dawiyê de, reşeke kûr. Kompozîsyona dawî dişibe cinawirekî şeytanî û xapînok, ku ji serê wî qirn derdikevin. Picasso ev yek tenê di pênc deqîqeyan de boyax dike û diqedîne.

Şahidiya hunera Picasso dikin

Her çend piraniya van berheman bi demê re winda bûbin jî, ev xêzkirina şeytanî – bi navê Visage: Head of a Faun – sax maye. Bi rastî, çend sal berê ji bo pêşangeha “Picasso and Paper” ku li Royal Academy of Arts li Londonê hatibû lidarxistin, ev xêz hate restorekirin. Dema ku Le mystère Picasso di Gulana 1956an de li Fransayê hat weşandin, wê di Festîvala Fîlman a Cannesê ya wê salê de Xelata Juriya Taybet wergirt. Fîlma Clouzot heft sal piştî “Visit to Picasso”, belgefîlmeke Belçîkî ku di sala 1949an de hatibû weşandin, derket. Di vê versiyona berê de, Picasso li ser camê boyax kiribû, ku rûyê wî jî ji piştê hatibû tomar kirin. Visit to Picasso jî mîna şahidiyek bû ji bo hest û biryardariya awarte ya hunermend, bi dîmenekê ku xêzkirina gayekî di kêmtirî 30 çirkeyan de qedandibû, nîşan dida.

Kêliyên hosteyekî mezin ê hunerê 

Afirandina hunerê bi gelemperî çalakiyek tenê ye, ku bi dizî û bêyî gelek şahidan diqewime heta ku berhemek bi awayekî gelemperî were nîşandan. Bi vî awayî, Visit to Picasso û Le mystère Picasso tiştekî ku berê kêm caran hatiye nîşandan pêk tînin; kêliyên hosteyekî mezin ê hunerê ku li ber kevalên xwe difikire û diponije.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.