Divê Rêber Apo bi fîzîkî bê berdan
În 16 Gulan 2025 - 03:00
Parêzêr Şahîn El Elî anî ziman ku li gorî pîvanên navneteweyî divê sala borî Rêber Abdullah Ocalan ji zindanê derketa û bi fîzîkî azad bibûya û got: “Divê Rêber Apo bi fîzîkî bê berdan.”
Endamê Yekitiya Parêzeran a Kantano Firatê Şahîn El Elî têkildarî mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan axivî.
Şahîn El Elî anî ziman ku divê ev dadgehên navneteweyî ji Rêber Abdullah Ocalan mafê hêviyê bixwazin û wiha pê de çû: “Mirov divê zêdetirî 25 salan di zindanê de nemîne, zêdetirî 25 salan êdî mafê hêviyê heq dike. Lê dewleta Tirk hemû qanûnan binpê dike. Dewleta Tirk heta qanûnên xwe jî muxalife dike. Dewleta Tirk di destûra xwe de diyar kiriye ku ew biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk tîne, lê mafê hêviyê li cem Tirkiyeyê tune ye.”
Parêzer Şahîn El Elî anî ziman ku li gorî pîvanên navneteweyî divê sala borî Rêber Abdullah Ocalan ji zindanê derketa û bi fîzîkî azad bibûya û got: “Di sala borî de Rêbertî di zindanê de 25 sal temam kirin. Divê Rêber Apo li gorî mafê hêviyê serbest bihata berdan. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku divê zextê li dewleta Tirk bikin da ku Rêber Apo bi fîzîkî bê berdan.”
ANHA/KOBANÊ/SARYA ŞÊXO