Hovîtiya dewleta Tirk sînor derbas kirin
Çarşem 26 Adar 2025 - 03:35
Di 16’ê Adarê de dewleta tirk bi çekên giran gundên li Başûrê Kobanê bi dijwarî bombebaran kir. Li gundê Berxbotanê di encama bombebaranê de malbateke ku ji 11 kesan pêk tê hatin hedef girtin. Di komkujiyê de piraniya wan zarok, dê û bavê malbatê jî di nav de 10 kesên ji heman malbatê hatin qetilkirin.
Tevî dayîka ducanî û bav Xezal (39) û Osman (42), zarokên wan Ahîn (15), Dicle (14), Dilovan (13), Yasir (6), Salihe (4), Fewaz (2) û Avêsta ya 8 mehî hatin qetilkirin. Ronîda ya 18 salî piştî birînên xwe yên giran di 18’ê mehê de jiyana xwe ji dest da. Narîn ya 9 salî ku ew jî li gel malbata xwe birîndar bû, hîna di nexweşxaneyê de ye ku ew tenê ji malbatê ma. Malbata Osman Ebdo ku bi eslê xwe ji gundê Girk yê Rojhilatê Kobanê ne, ji bo kar û rewşa xwe ya aborî li mezreyeke gundê Berxbotanê dixebitîn. Ev komkujiya hovane ku dewleta tirk pêk anî, bû sedema ku hêrseke mezin li hember kiryarên dewleta tirk ava bibe. Di vê çarçoveyê de jinên gundê Girik ku mirovên malbata Osman in, hêrsa xwe wiha anîn ziman.
Em ê qet warê xwe bernedin
Helîm Ibrahîm bi xemgîniyeke mezin helwesta xwe wiha raber kir:“Bûyereke gelek bi êş bû ku kezeba me sotand. Gelo sucê ew zaroka 8 mehî çi bû ku bi vî rengî hov were qetilkirin, dewleta tirk bê ser û ber gelê me qetil dike û komkujiyan pêk tîne. Ev bûyerên çêdibin îsrar û girêdana me ya bi vê axê re bihêztir dibe.” Cîhan Berho ku birayekî wê jî di encama topbarana balefirên dewleta tirk de hatiye qetilkirin, hêrsa xwe wiha anî ziman:“Hovîtiya dewleta tirk hemû sînor derbas kir. Dil û mêjiyê mirovan şêwazê ku ev malbat pê hat qetilkirin ranake, mirov nikare dîmen û wêneyên komujiyê binêre. Di vê meha rojiyê de dayîka ducanî zikê wê li ber agirê topbaranê qelişî û pitka ku hîna çavên wê ronahî nedîtiye hat qetilkirin. Ev suc û kiryarên dewleta tirk wê rojek were û li dora qirkirina wan bizîvire. Bi nifirên me dayîkan mabe jî, wê ev dewleta hov di demeke nêz de were rûxandin.” Hedlê Ehmed bîranînên xwe yên li gel malbatê wiha parve kir:“Hîna weke duh di bîra min de ye ku zarok li derdora malê dilîstin û hawirdor bi dengê kenê xwe dixemilandin. Xezal û Osman jî li derve civat digerandin û em li dora wan komdibûn. Belengazbûn, lê dilê wan dewlemend û mezin bû. Niha jî ez çavên xwe digerînim, bangewaziya wan dikim lê şopa wan nabînim. Gotineke pêşiyan heye dibêje, ger gurek êrişî keriyek pez bike wê hinek pez xilas bibin. Ka dewleta tirk derfet neda ku ji 11 kesan zarokek ma, ew jî ne diyar e wê bijî an na. Min parçeyek ji kezeba xwe winda kir, xwedê bike ku ev qatil jî heman çarenûsê bijîn.”
NÛJINHA/KOBANÊ