Ji bo zarokan ‘Zarhunera Havînê’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 2 Hezîran 2025 - 00:34

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) bi civîneke çapemaniyê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo, agahiyên der barê projeyeke hunerî de dan ku ji bo zarokan di havînê de dê dest pê bike.

Di civînê de daxuyanî ji aliyê endama Koma Şanoyê ya Girbawî Sîda Melek ve hate xwendin.

Sîda Melek diyar kir ku projeya wan bi dirûşma “Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin” e û bi navê ‘Zarhunera Havînê’ ye. Armanca projeyê jî ji bo bilindkirina asta hunerê li gel zarokan e. Proje ji bo zarokên ku temenê wan di navbera 7-14 saliyê de ye.

Sîda Melek da zanîn ku cihên ku atolyeyên projeyê dê li bajarê Dêrik, ji bo zarokên Serêkaniyê li Kampa Newroz, Rimêlan, Til Koçer, Qamişloyê (ji bo zarokên Efrînê), bajarokê Girbawî û Hesekê pêk werin. Sîdayê da zanîn ku ew projeyê de perwerdeyên wênexêzî, şano, muzîkê hene û ji 1`ê Hezîranê heta 15`ê Tebaxê didomin.

Sîda Melek destnîşan kir ku ew ê di projeyê de 10 lîstikên şanoyê û ji bo amadekariyên vekirina pêşangehekê wêneyan hazir bikin û got: “Em ê herî kêm li her bajarekî 2 çalakiyên hunerî li dar bixin, armanca wan ew e ku hezar zarok tev li projeyê bibin.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.