Komîteya Şilêr a Şopandina Kar û Barên Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şahiyeke bi pêşbirgekan ji bo zarokên Qamişloyê li dar xist, bi armanca ku wan ji bandora nerênî yên tekenolojiyê dûr bike.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 1`ê Hezîranê de bidawîbûna sala xwendinê ya 2022-2023`yan ragihand.
Bi armanca dûrxistina zarokan ji bandora nerênî ya tekenolojiyê, Komîteya Şilêr çalakiya xwe li Stada Qela ya rojavayê Qamişloyê li dar xist. Di şahiyê de endama Komîteya Şilêr Rojda Xelîl axivî û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku parastina çanda listîkên berê û dûrxistina zarokan ji bandora listîkên tekenolojiyê ye.
Di dawiya şahiyê de endamên komîteyê, diyarî dan zarokên beşdar.
ANHA / QAMIŞLO