Li Kantona Swîsreyê Aarauyê, gelek zarok pêr nîvrojê hatin cem hev û heta êvarê bi dilê xwe lîstin.
Meclîsa Jinan a Rojbînê bi beşdariya gelek zarok û malbatên wan, îsal “Mihrîcana Zarokên Rojê ya Duyemîn” li Parka Schonenwerdê ya Kantona Aarauyê ya Swîsreyê li dar xist. Di şahiya heta êvarê de dîmenên rengîn derketin holê.
Berdevka Meclîsa Jinan a Rojbînê, Dîlan Çetînkaya di destpêka şahiyê de got, di salên pêş de ew ê şahiya zarokan bi rêk û pêktir bikin: “Em vê şahiyê li zarokên beşdar hemûyan pîroz dikin. Zarok pêşeroja me ne. Ew misogeriya azadiya me ya siberojê ne. Ew rojên azad ên gelê Kurd û Kurdistanê ne.”
Zarok nîvrojê hatin cem hev û heta ber êvarê lîstin û ketin pêşbirkê. Her wiha zarokên bi cil û bergên Kurdî beşdarî şahiyê bûbûn, defîleya cil û bergan jî pêşkêş kir.
Ji pêşbirkan yek jê jî pêşbirka zanîna zimanê Kurdî bû. Zarokên di pêşbirkê de serketî, hatin xelatkirin.
Şahiya zarokan bi stran û lîstikan bi dawî bû.
AARAU