Stratejiya Erdogan a ‘malbata pîroz’

Şemî 7 Hezîran 2025 - 03:15

Ji aliyê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ve sala 2025'an a weke 'Sala Malbatê' hat îlankirin. Yek ji nîqaşan, piştî daxuyaniyê di Dadgehên Malbatê de cudahiyên di warê sepandinê de derketine holê û astengiyên ku jin rûbirû dimînin in. Parêzer Mehtap Sert da zanîn ku nemaze di dozên ji hev cûdabûnê de jin zehmetiyên mezin dikişînin. Mehtap Sert anî ziman ku piştî îlankirina 'Sala Malbatê' nafaka hatine kêmkirin û got:"Nafakaya 400 TL'yî ya tê dayîn, êdî têra pereyê bêrîka xwendekarekî jî nake. Ji bo berdêla hevberdanê 4 hezar TL pere tê dayîn û piştre jî ji bo lêçûnan daxwaza pêşvebirina 2 hezar TL tê dayîn. Lê belê di dawiyê de tenê 400 TL nafaka tê dayîn." Mehtap Sert da zanîn ku di dozeke Gulana 2024'an de hat vekirin de, hînê ji bo dayikeke bi 2 zarokên xwe yên biçûk re dijî biryara nelirêtiyê nehatiye dayîn û daxwaza jinê ya ji bo 'xaniyê malbatê' ya di heman dozê de bi mehan nehatiye nirxandin. Tevî ku êriş lê hatiye kirin û ji mala wê hatiye derxistin jî, dadgehê bi hinceta 'muşterek li mala hevpar dimîne' daxwaza wê red kir. Mehtap Sert diyar kir ku pêkanînên bi vî rengî yekser bandorê li vîna jin a ji hev berdanê dike û got:’’Ev tê wê wateyê ku ger hewce bike bila jin bê kuştin lê bila 'malbata pîroz' dewam dike." Mehtap Sert anî ziman ku bi îlankirina 'Sala Malbatê' jin ji qada cemaweriyê tên dûrxistin û got:"Eger tê xwestin piştgiriyê bidin malbatê, divê kooperatîfên jinan bên zêdekirin, derfetên kredî ji esnafên jin re bên dayîn û di mercên xebatê de nermbûn bê pêşkêşkirin. Ji ber ku aboriya malê têk diçe, rêjeya hevberdanê jî zêde dibe. Pêvajoya dadgeriyê ya lixwekirina jinan nikare pêşî li van rêjeyan bigire."

Mehtap Sert diyar kir ku îmaja 'dayika dilşad' a ku bi gelemperî di medyayê de tê nîşandan tu eleqeya xwe bi rastiyê re nîne, profîlên jinan ên bi zarok, mal û kûçikên xwe kêfxweş tên nîşandan ne rast in. Mehtap Sert jî diyar kir ku pêvajoya dadgehê ya dirêj a li dadgehan pirsgirêkeke cuda ye û destnîşan kir ku dibe ev yek ji bo kêmbûna rêjeyên hevberdanê hatiye plankirin.

MA/HAMDULLAH YAGIZ KESEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.