Mihrîcana Zarokan û çanda pêkhateyan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 4 Îlon 2023 - 16:09

RÊNAS REMO / ANHA / QAMIŞLO

Mihrîcana Zarokan a 8’an bi dirûşma “Zarok keziyên hûnandî yên azadiyê ne” 1′ê Îlonê li bajarokê Rimêlanê dest pê kir. Di mihrîcana îsal de komên hunerî yên Kurd, Ereb û Suryan ji tevahiya bajar û navçeyên kantona Qamişloyê beşdar bûn.

Endamên komên hunerî yên Ereb û Suyran destnîşan kirin ku bi tevlêbûna xwe di Mihrîcana Zarokan de dixwazin çanda hunerî û civakî ya pêkhateyên herêmê nîşan bidin û piştgiriyê bidin behreyên zarokan.

Ji komên ku beşdarî mihrîcanê bûne, koma govendê ya Lamîta ya Dar Tûma Nehriyo ya Zarokên Suryan a ji navçeya Tirbespiyê bû. Têkildarî wê, endama rêveberiya Komeleya Çanda Suryan Pîrola Yusif got, “Îsal me xwest çanda Suryan vejînin. Pêkhateyên herêmê bi paşguhkirinê rû bi rû bûn, lê ev mihrîcan bû wesîleyek ku pêkhate çanda xwe nîşan bidin.”

 

Çanda pêkhateyan hemûyan

Pîrola got, “Îsal mihrîcan balkêş bû ku ji tevahiya bajar û navçeyên kantona Qamişloyê, kom amade bûn. Ev xwişk û biratiya gelan a li herêmê nîşan dide û destnîşan dike ku ji bo parastina civaka xwe, divê em bibin yek û vê yekitiyê dewam bikin. Mihrîcan firsendek e ji bo ku çandên herêmê ji tinebûnê bên parastin.”

Di mihrîcana îsal de, Koma Esalêt El Badiye (Reseniya Beyarê) ji navçeya Til Hemîs û Koma Şanoyê ya Til Hemîsê beşdar bûn. Endama Rêveberiya Navenda Çandê ya Til Hemîsê Muna Xilêwî got, komên beşdar ên Til Hemîsê hewl dan ku çanda resen a Ereb a herêma xwe nîşan bidin û wiha pê de çû: “Tevlîbûna tevahiya pêkhateyan û pêşandana çanda xwe, hişt ku ev mihrîcan cuda be.”

Muna diyar kir ku li gel şer, dorpêç û hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê, mihrîcan li dar ket û zarokan bi tevlêbûna xwe bersiv da wan hewldanan û yekitiya gelên herêmê nîşan da.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.