Hunera navenda Şêla

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 4 Adar 2024 - 00:13

SÎMA BIROKÊ / ANHA / QAMIŞLO

Di 9’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jin de, cara yekemîn e Navenda Şêla ya Parastina Jin a girêdayî Desteya Jin a Kantona Cizîrê beşdar dibe. Navenda Şêla ya Parastina Jin 2015’an ji bo jinên ku ji aliyê zîhniyeta baviksalar ve tundî li ser wan tê meşandin, hate vekirin. Jin li vê navendê piştgirî û perwerdeya derûnî, fikrî û pîşeyî dibînin. Li kantona Cizîrê 3 navendên Şêla ya Parastina Jin hene. Ji Navenda Şêla 7 jinan destkariyên xwe di mîhrîcanê de pêşandan. Li ber destkariyên wan nivîsên wekî “Xwestin koletî, me afirand azadî” hatibûn daliqandin.

9’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jin rojên 1 û 2’ê Adarê bi tevlîbûneke xurt li Qamişloyê li dar ket.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.