Sûcdar kî ye; zarok an mêhtingerî?

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 24 Sibat 2024 - 00:49

  • Mêhtinger carek din ne sûcdar e, çi ji destê wan hatibe ji bo mêhtingeha xwe dike. Yanî sûcdar cardin zarok ango Kurd in. Filmê “Okul Tıraşı” bêyî ku pergalê bibîne û rexne bike sûc dixe stûyê zarokên Kurd.

MEHMET EMÎN ÎSÎ / AMED

Têgeha “Mankurt” di pirtûka Cengîz Aytmatov a bi navê ''Kılım Karıtar Bir Kün'' de derbas dibe. Di romanê de Juan-Jan li Asyaya Navîn cihên dagir dikin li niştecihên wê derê îşkenceyên gelek giran dikin. Ew cureyên êşkenceyê dike ku, kesên lê êşkence te kirin hişê xwe berde û dîn bibe. Ji van îşkenceyan yek ku bi navê “Mankurt” tê bi navkirin; cara pêşîn porê êsîrên xwe diqusînin û çermê herî sitûr yê stûyê hêstiran li serê êsîran digerînin. Dema porê êsîr derdikeve nikare çerm derbas bike û di serê êsîr paşde diçe û êşek pir mezin dide hîskirin.  Kesên ev êşkenceyê dikişînin an dimirin an jî dîn dibin û bê bîr dimînin. Ji kîjan qewmî û qabîleyêne, dê û bavên wan kî ne êdî nizanin. Li gorî efsaneyê dibêje ku Juan-Jan, an wan kesan ji bo xwe dikin lêşker û wan li hemberî qewmên wan dikin şervan.    

Dewleta Osmanî tiştekî bi vî rengî bi Yenîçeriyan dida pêkanîn, lê dem guheriye û êdî êşkenceya fîzîkî xwe guhertiye û bûye bişaftin. Zarokên ku ji welatên dagir kirine dianîn û ew ji bo xwe dikirin şervan. Pişt re bi yenîçeriyan li ser gelek cihan êrîş pêk dianîn. Dewletên dagirker bi bîra dewletbûnê polîtîkayên xwe yên şer rewîze dikin û carek din pêk tînin. Ocaxên Yenîçeriyan tên girtin û “mektebên Eşîran” vedibin pişt re “Alayên Hamidiye û herî dawî Y.İ.B.O.(Yatılı Bölge Okulları- Dibistanên herêmî yên xwendekar lê radizên)

Min jî heft salan li YİBO yê dibistan xwend. Dema min filma Ferîd Karahan “Okul Tıraşı” dît bi rojan min ew cesaret bi xwe re nedît ku ez li film temaşe bikim. Ji aliyekî min meraq dikir lê ji aliyekê jî min cesaret nedikir ku film temaşe bikim. Piştre  hevalek min ku li YİBO yê xwendibû israr kir û min li film temaşe kir.   

Dibistan an jî kampek êsîran

Filmê “Okul Tıraşı” YİBO’yan ji xwe re kiriye mijar. Tiştê destpêkê tê bîra mirov yanî bi sahneya serşokê destpê dike. Piştre em xwaringehê dibînin, dema min film temaşe kir wek ku karekterê film yê sereke Yusuf ez jî li nav wan mekanan digeriyam ango ew mekanê Yusuf lê digeriya dibûn mekanê Yiboya min lê xwendiye. Hevalê Yusuf nexweş dikeve û Yusuf hewl dide ku wî bibe nexweşxaneyê. Bi burokrasiya dibistanê re dikeve nava şerekî û hewl dide ku wan îkna bike ku hevalê wî Memo nexweş e.     

Di atmosfera giştî ya film de hîsek ku wekî em li çiyayên Kurdistanê di qampek êsîran de girtiyan temaşe dikin dide mirov. Kamera li ser mil tim diheje. Kesek ne dikare ji wir derkeve ne jî dikare xwe bigihîne wê derê. Wekî ku ew der girtîgehek be. Yusuf di encama ewqas hewldanan de encax dikare hevalê xwe Memo bibe revîrê. Li ber deriyê revîrê ji ber cemedê kesên dikevin hundir dişemitin û bi taybetî jî kesên ne eydî wê erdnigariyêne mamoste dişemitin, lê şagirt ji ber ku perçeyek wê erdnîgariyêne naşemitin.

Qey mêhtinger xwedî merhamet in?

Herikandina film bi vî şiklê xwe wekî filmên polisiye ye û em li sûcdar digerin. Memo çawa nexweş ketiye? Sedema nexweşiya wî kî ye? Heta van deran min ji xwe re digot ‘wekî filmên Alfred Hitchcock sûcdar kî ye temaşevan dizane lê lîstikvan nizanin’. Mirov dibêje qey meseleyek tacizê heye lê di film de sûcdar karekterê me yê sereke zarokek yanî Yusuf derdikeve. Yanî sûcdar cardin Kurd in. Ji ber ku mamostêyên qedir bilind ma tu carî dibe ku bibin sûcdar!? Ew sihhiyeyên ku li pişta wan ala TC’yê hene rê vedikin û tên ku Memo xilas bikin. Yusuf di hundirê revîrê de bi sûcdariyek giran li wan temaşe dike. Mêhtinger carek din ne sûcdar e, çi ji destê wan hatibe ji bo mêhtingeha xwe dike. Carek din mêtiyên bê perwerde bi destên xwe zirar dane xwe. Derhêner Ferîd Karahan di hevpeyvînek xwe de dibêje ku ‘em zarok li hemberî hevdu bê merhamet bûn’. Belê em zarok li hember hevdu bê merhamet bûn.  Îxtîmalek mezine ku zarokên li Ocaxên Yenîçeriyan an jî li Mektebên Eşîran bûn li hemberî hevdu bê merhamet bûn. Lê ew pergala ku ewqas zarok li gel hevdu di nava wan şert û mercan de kom kiribe ma qey pir xwedî merhabet bû? Di hevpeyvîna xwe de dîsa dibêje ku, min hewl da bi nihêrîna zarokan jî li meseleyê binihêrim. Li hemberî vê gotinê em dikarin gotina Albert Memmî bînin bîra xwe “Mêhtinger bi qasî ku ji mêhtiyên xwe ra xirakirinekê tînîn ewqas jî xwe dirizînin.” Divê neyê ji bîrkirin ku li mêtingehekê tu nexweşîn tine ku di bingeha wê da tiliya mêhtîngeran tine be.

Bêyî rexneya mêhtingeriyê nabe

Li ser film ez dikarim bibêjim ku; li Kurdistanê tu berhem nikare ji derveyî heqîqeta mêhtingehbûna Kurdîstanê were çêkirin. Ger hunermendek li Kurdistanê berhemekê çêbike divê baş bizanibe ku li mêhtingehekê berhemê çêdike û bandora mêhtingeriyê li hemû hucreyên mêtingehê hatiye belavbûn.

Ez nivîsa xwe bi gotina Albert Memmî bi dawî bikim da ku ev mesele baştir were dîtin; ''Serhildan rêyeke bê xapandin a ji xelasbûna mêhtingeriyê ye. Hemû mêhtî dawiya dawî ew ê hay ji vê heqîqetê hebin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.