Çanda deqê dan nasîn

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Adar 2024 - 00:53

Hefteya Çandê ya Jinên Kur dli Berlîne dewam dike. Di roja 4’an ya Hefteya Çandî de huner û çanda deqê hate danasîn. Hunermend Elu di çalakiya ji bo deqan de behsa maneya deqan kir.

Çanda deqê nexasim jî li Amed, Mêrdîn, Riha û Êlihê bi motîfên cuda tê zanîn. Her wiha li Meraş, Semsûr, û Dêrsimê jî bi motîfên cuda deq tên çêkirin. Cudahiya van deqan ji ber baweriyan e û li gorî baweriyan xelk li ser bedena xwe deqan çêdike. Kesên bi motîfên deqan dadikevin ji xwezayê jî îlhamê digirin û li gor motîfan deq, nasname û serpêhatiyên xelkê jî vedibêjin. Yanî temsîliyeta motîfên deqan ên bi vî rengî jî hene. 

Di nav keftûlefta jiyana modern de çanda deqê jî guherî ye û piştî salan zêdetir motîfên razber derketine holê ku jê re dibêjin motîfên modern jî. Di çalakiya Hefteya Hunerê de dewlemendî û mîrasa çanda deqê bi her awayî hate vegotin.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.