Kargeha Çîrokên Afirîner ku ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd û MED-DER’ê ve hat amadekirin, li Zarok Ma’yê hat lidarxistin.
Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bi hevkariya Weşanxaneya Moriyê ji bo zarokan li Zarok Ma'yê ya li Amedê “Kargeha Çîrokên Afirîner” li dar xist. Kargeha ku bi 15 zarokên temenê wan di navbera 10-14 salan de sînordarkirî bû, bi beşdariya nivîskar Mem Bawer hat lidarxistin.
Pêşî perwerdekar Mem Bawer bi zarokan re sohbet kir û paşê çîroka Hebhinarkê hat xwendin. Piştî xwendina çîrokê dîsa nîqaş hat kirin û paşê jî zarokan li gorî hin peyvên mamosteyê wan dabûn ber wan, çîrokên xwe nivîsandin.
Herî dawî jî seta pirtûkên zarokan weke diyarî dan şagirtên tev li kargehê bûn û kargeh bi dawî bû.
MA/AMED