Mala Cîhana Zarokan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 7 Mijdar 2023 - 00:21

RONÎDA HECÎ / NÛJINHA / HESEKÊ

Di şoreşa Rojava de jinan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de gavên pîroz avêtin û deskeftiyên bi nirx bidest xistin. Yek ji wan jî avakirina desteya jin a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo azadiya jinan, xwedîderketina li wan û  parastina ji hemû tundiyên li dijî jinan kar û xebatên xwe berfirehtir dike. Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2014 an de projeya vekirina mala cîhana zarokan ava kir, ev proje bi armanca piştgiriya bi jinên karmend û xwendekar ên dayik e. Ji bo ku zarok ji bo xebata wan nebin asteng derfetan ji wan re diafirîne.

Li kantona Hesekê 3 malên cîhana zarokan hene li Til Hecer, Ezîziyê û Salihiyê yên girêdayî bajarê Hesekê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê. Di mala cîhana zarokan a li taxa Til Hecer de 4 karmend hene, zarokên yekmehî heya 3 salî digre gel xwe. Hejmara zarokan 25 in. Tê de odeya lîstikê û fêrkirinê, 2 odeyên bêhnvedan û razanê û metbex jî hene. Qeydkirina zarokan wekî temenekî alîkarî, di heyvê de 10 hezar e. Ji saet 7 û nîv heta 3 deriyê wê vekiriye.

Rêvebera mala cîhana zaroka a taxa Til Hecer, Ezîza Elî da zanîn ku projeya vekirina mala cîhana zarokan bi armanca alîkariya dayikên karmend û perwedekirina zarokên wan e û got: “Di nava Rêvberiya Xweser de bi hezaran jin kar û xebatan didin meşandin ji wan gelek jî dayik in. Armanca me bi vekirina mala cîhana zarokan ew e ku dayik bi rehetî biçin ser karê xwe û dilê wan rehat be, bizanibin ku zarokên wan li cihekî bi ewle ne û li gorî temenê xwe tên perwerdekirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.