Li Herêma Balekayetî gundê Gezne, gundekî têr dargûz. Pirraniya dargûzên vî gundî, Sihoriyan çandine. Xelkê gund dibêje, wana ti dara gûzê neçandiye.

Gundê Gezne ser bi bajarokê Sîmîlan ê ser bi Herêma Balekayetî û Çoman ên ser bi Hewlêrê ye. Xelkê gund sewalan xwedî dike û çandiniyê dike. Ji ber ku li gund gelek Sihorî hene, bi hezaran darên gûzan (dargûz) jî li gund û derdora wî çêbûne. 

Silêman Xefûr ji Geznê, dibêje; “Hinek ji van darên bêhtirî 200 salan kirine, me ti darê gûzan neçandiye, Sihoriyan hemû 

çandine. Xelkê gund jî sihoriyan xwedî dikin, bi hebûna Sihoriyan gundê me ciwan û bedew bûye.”

Silêman Xefûr da zanîn ku niha dema zêdebûna Sihoriyan e, lewra kêm ji derve tên dîtin: “Çi malek li gund ronahiyek di mala wan de pêbikeve, ew para xwe ji van darên gûzan digire. Ji ber di demên dawî de av kêm bûye, gelek darên ku hişk bûne, tên birrîn û ew jî li xelkê gund tê parvekirin.”

Mixabin nêçîra sihoriyan dikin

Muşîr Ebdulwahîd ji heman gundî, dibêje ji ber nêçîrê, li gund jî sihorî kêm bûne: “Lê sihorî her tim karê xwe dike, her tim darên gûzan û yên berûyan diçîne. Lê mixabin hinek ji bo pereyan, nêçîra sihoriyan dikin û li bazaran wan difiroşin.”

ROJNEWS/BALEKAYETÎ