- Belgefilma Sidik û Piling (Sidik û Panter) a Rêber Dosky wê bibe filma vekirina Festîvala Filman a Roots a li Den Haagê ku wê 11´ê Îlonê destpê bike û du rojan dewam bike.
Vê filmê par Festîvala Navnetweyî ya Belgefilman a Amsterdamê (IDFA) de xelata belgefilma herî baş a Holandî wergirtibû. IDFA´yê ji bo filmê gotibû: “Filma Rêber Dosky belkî behsa hewldana zilamekî dike ji bo peydakirina piling li çiyayên Kurdistanê be, lê ev bêhtir zêmareke ji bo herêmeke şerî ew daye ber xwe û xelkê vê herêmê ji destdayî.”
DEN HAAG