• Du hozan…yek ji nifşê kevn û yek jê jî ji nifşê pey wî. Yek dibêje yek li sazê dixe. Sîbera hunera her du hunermendan jî dide ser dil û ruhê me. Gava mirov li maneya gotinên stranê guhdar dike mirov ber bi dîroka Kurdistanê ve diçe û pê derdixe bê ka Kurd kî ne û ji ku tên.

ARDÎN DÎREN

Duh salvegera mirina hunermendê nemir Tehsîn Taha bû. Tehsîn Taha li pey xwe bi qasî 100 stranên Kurdî hiştin. Li gel ku min li gelek stranên wî guhdar kiriye jî vîdeoya wî ya bi Hozan Serhad re yek ji wan vîdeoyên ku herî zêde li min tesîr kiriye ye. Gava Tehsîn Teha û Hozan Serhad tên bîra min tim berê xwe didim vê vîdeoyê ruhê wan ê xweşik careke din bibîrtînim. Bi vî awayî sîbera her du hozanan jî dide ser ruh û canê min û bi deng û awaza wan xwe baştir hîs dikim.

Du hunermend, du dilên xweşik, du insanên kamil, du xwînşêrînên welatê xwe. Yek disitrîne û yê din jî li ber dengê wî bi saza xwe me sermest dike. Du insanên ku li “dinyayeke bê wefa” bi kul û keserên welatên xwe daketibûn. Du dilên birîndar…Du dilên bê cih û war…Tehsîn Teha û Hozan Serhed. Di dîwanekê de hatine gel hev û me ber bi dîroka Kurdistanê ve dibin. Mirov ji dengê Tehsîn Teha û saza Hozan Serhed têr nabe. Têr nabe ji lewma deng û saz pirr xweş li hev dikin. Dîwaneke pirr xwezayî, diyar e bê hazirî û hema wisa jixweber ava bûye. Nifşekî nû ji nifşê kevn re li sazê dixe û hevkariyeke pirr xweşik ava bûye. Wisa xuyaye ku Tehsîn Teha ji melodiyên Hozan Serhed pirr hez kiriye ji lewma di ber stranê re ew weke spasiyekê ji Hozan Serhad re dibêje “can” û dewam dike. Hozan Serhad jî her çav li ser Tehsîn Teha ye û ji ser hiş çûye…bi melodiyên xwe gotinên Tehsîn Teha bi ruh can dike.

Gotinên Tehsîn Teha yên di vê stranê de pirr balkêş in. Heger kesên vê stranê guhdar dikin baş dêhn û bala xwe bidinê ew ê sekn û hestên hunermendekî yên derbarê Kurdistanê de jî baş bibînin. Ji lewma di bin her hevokeke stranê de mane û peyamek veşartî ye. 

Dilê min jî dilê hemû Kurda ye

Tehsîn Teha ewqasî ku ji dil û can dibêje rondik ji çavên wî dibarin…diyar e dilê wî pirr êşiyaye. Ji xwe strana ku li dîwanê dibêje jî weke bangewaziyekê bi nav dike û derd û kulên di hundirê xwe de yek bi yek tîne ziman. Pirr balkêş e ev vîdeo di sala 1995’an de li Elmanyayê hatiye girtin û Tehsîn Taha di heman salê de wefat dike. Ji lewma ez vê strana wî weke xatirxwestina hunermendekî jî dibînim. Xatirxwestin û çûyineke ku dilê mirov diêşîne. Gava dibêje “Dilê min jî dilê hemû Kurda ye” û dilê bê war ê birîndar teswîr dike ew di heman demê de bêwarbûna Kurdistanê jî tîne bîra mirovan. Her wiha ew gotina “Heyla li min û vî pîredilî” jî dide zanîn ku ji ber dinyaya bê wefa dilê wî pîr bûye û pirr êşiyaye.

Ji binyad re em Arî ne

Tehsîn Teha di vê stranê de bapîrên xwe bibîr tîne û kesereke kûr dikşîne û dibêje; “Bo çi nizanin ka em kî ne?” Heger em bi gotinên wî yên li jêr dakevin em ê bibînin bê ka Kurd kî ne û kêngî ji dayika xwe bûne;

“Bo çi nizanin ka em kî ne.

Kêngî ji dayika xwe em bîne.

Bo çi bêjin yê jorî ne.

Em dibêjin yê jêrî ne.

Ji binyad re em Arî ne.

Miletekî Zradeştî ne.

Ji binyad re em Arî ne.

Bapîrên min Êzidî ne…”

Tehsîn Teha di navbera van gotinan de peyveke wiha jî bikartîne; “Belkî hindek ne razî bin, min şûle pere nîne.” Vê gotinê çima dike û ji bo kî dike nizanim. Lê wisa diyar e ku meseleyek qewimiye. Piştî Tehsîn Teha hatibû Ewrûpa û beşdarî Newrozê bûbû hin rêvebirên Başûrê Kurdistanê xwe jê aciz kiribûn. Ji xwe ew jî êdî venegeriyabû welat û li Hollandayê bi cih bûbû. Mesele her çibe bila bimîne ji wan kesên ku li stranê guhdar dikin û ji xwe re jê maneyan derdixin. Lê kesayetên weke Tehsîn Teha û Hozan Serhad nîşan didin ku hunermendiya dilpak û dilsoz bi pereyan nayê pîvandin. Ji pere, berjewendî û bê xîretiyê wêdetir dilê bê war û êşiyayî yê hunermendê Kurd heye. Ah e dilê van hunermendên birîndar “şûle bi pere nîne”!

Sîbera mirovî kanî…li Kurdistanê

Di dawiya stranê de jî gotinên pirr balkêş hene. A rast felsefe hizrîneke kûr heye li ser mirovên ku li Kurdistanê dijîn. Tehsîn Teha dide pey sîbera mirovên li Kurdistanê û li dilê sîberê dikole. 

Sîbera dilê me kanî?

Kêngî dilê sîber heye

Dilê sîbera min kanî

Kêngî sîberê dil heye

Sîbera mirovî kanî…li Kurdistanê

Kêngî mirovî Kurda sîber maye.