- Vincent, “Sibeheke Duşemê” - navê filmê ye jî - dîsa bi heman rûtînê diçe ber deriyê fabrîkeyê, lê vê carê naçe ser kar û pişta xwe dide fabrîkeyê û derdikeve derve. Wî biryara xwe daye dê neçe kar û dest bi rêwîtiya xwe bike.
ARDÎN DÎREN
"Bedbextî dê heta hetayê bidome..." *
Bajarekî ku wî fetisandiye, fabrîkeyeke ku ruhê wî guvaştiye! Maleke ku serê wî xwariye. Karekî ku ew ji jiyanê sar kiriye. Acizî, diltengî û neçariya jiyanê. Dubare dubare û dîsa dubare!
Vincent ango karekterê filma me, her roj bi heman rûtînê dijî û her tişt bûye tiştekî ji rêzê li ber çavên wî. Ew êdî nema ji jiyanê tahmê digire. Her sibeh ji mal diçe kar, beriya kar li ber derê fabrîkeyê cixareyekê pê dixe ji derd û kulan re û paşê dest bi kar dike. Gava dibe êvar dîsa bi heman rûtînê vedigere malê nav malbatê. Her roj heman tişt dubare dibe û di nav vê çerxa kambax de qudûmê wî şikestiye. Taqet di canê wî de nemaye.
Vincet, bi dê û bavê xwe re dijî. Her wiha hevsera wî û du zarokên wî jî hene. Vincent di nav vê xirecirê de hewl dide wêneyan biresmîne; meyla wî ya hunerî heye. Lê mixabin ji ber qerebalixa malê nikare tişta dixwaze, bike. Ev rewş hingî wî aciz dike, rojekê, hema wisa ji nişkê ve dixwaze ji kar û malbatê dûr bikeve û dest bi rêwîtiyekê bike.
Awireke bi keser ji wexta bihurî
Vincent, “Sibeheke Duşemê” (ev navê filmê ye jî di heman demê de) dîsa bi heman rûtînê diçe ber deriyê fabrîkeyê lê vê carê naçe ser kar û pişta xwe dide fabrîkeyê û derdikeve derve. Wî biryara xwe daye, dê neçe kar û dest bi rêwîtiya xwe bike. Beriya dest bi rêwîtiya xwe bike, nêzî fabrîkeyê pala girekî heye, bi wê palê hildikişe, diçe ser gir û fabrîke jî ji dûr ve xuya dike. Vincent, ji dûr de awirekî vedide li fabrîkeyê û tû dike erdê. Weke ku bibêje, “Qeda bikeve vê rewşê û vê jiyanê!” Bêdeng, xwe li erdê di nav giya de dirêj dike û cixareyekê pêdixe ji kezeba xwe ya peritî re. Awirekî bi keser vedide ji wexta bihurî, wexta ku wê ti carî lê venegere!
Ruhekî di zemanê xwe de winda bûye
Ev dîmen pêwîstî bi gotinan nake. Wext, cih û mekan ji xwe her tiştî tînin ziman. Sekanseke pirr bi bandor e. Ew rûyê di nav kefa destê Vincent de her tiştî vedibêje. Erê, ma kî dikare zeman di nav kefa destê xwe de bihedirîne? Dijwariya zeman qermîçokan vedide di rûyên mirov de û ji qermîçokan diyar dibe, feleka bêbext a mirovî! Lê fabrîkeyên sar û hesinî yên ku giyanên mirovî pûç dikin? Lê em ê ji rûtînê, dubare û ji tahmsariya jiyanê re çi bibêjin? Em ê çawa xwe ji vê çerxa dubareyê bifilitînin gelo? Awirên Vincent yên ji dûr ve, ji serê wî girî li fabrîkeyê vedide, qêrîna ruhekî bê çare ye ku di zemanê xwe de winda bûye.
Karê min sînema ye ne radyo!
Otar Iosseliani, derhênerekî şareza ê Gurc e. Di filmên wî de gotin pirr kêm in. Ew bi jest û îmajan sînemayê dihûne û xwe ji diyalogên zêde vedide.
Ew xemên xwe yên sînemayî bi dîmenan vedibêje û her wiha ji îroniyê jî pirr hez dike. Hema bibêje, di hemû filmên wî de îronî li pêş e. Ev awir û dîmenê Vincent yê ji dûr ve ku li fabrîkeyan dinihêre, nîşaneya vê yekê ye. Jixwe, dema ev tişt ji Ioselliani tê pirsîn, ew wiha li wan vedigerîne, "Ez bernameya radyoyê çênakim, karê min sînema ye. Kesên dixwazin li hin tiştên din guhdarî bikin bila herin li radyoyê guhdarî bikin." Bersiveke di hedê xwe de ye bi ya min; ji lewre sînema dîmen-bêjî ye, ne gotin-bêjî! Di sînemayê de yên dikarin vê yekê bikin, serketî ne. Iosseliani jî yek ji wan derhênerên afirîner û serketî ye.
Piştî rêwîtiyê dîsa vedigere malê
Heger em li Vîincent vegerin dîsa, ew bi teşwîqa bavê xwe ji mal derdikeve û berê xwe dide Venedîkê. Ji bo demeke kin be jî ew dixwaze demekê ji kar û xirecira malê bi dûr bikeve û dest bi rêwîtiyekê dike. Pêdiviya wî bi vê yekê heye. Naxwe, ew ê bi giştî xwe pûç bike di nava vê çerxa xopan de. Jixwe re demekê digere, çavdêriyan dike, di rêwîtiya xwe de wêneyan diresmîne, pereyên wî tên dizîn, bê pere dimîne, dîsa mecbûr dimîne di karên cur be cur de bixebite û di dawiyê de dîsa vedigere malê. Ev çûyîn hinekî be jî wî aramtir dike lê piştî vegerê ji cihê mayî, dewam dike. Dîsa dubare dest pê dike. Çûyîna kar, cixare, fabrîke, vegera mal, xirecir û ew çerxa kambax!
Van Gogh’ê derveyî zemanê xwe
Vincent, Van Gogh li derveyî zemanê xwe ye. Ev nav jî bi zanebûn hatiye hilbijartin û derhêner dixwaze bi vî navî Van Gogh bi bîr bîne. Jiyana li serê wî ferz bûye û tişta dixwaze bike, qet li hev nakin. Nakokiya jiyanê tim li serê wî bela ye! Hunermend jî mecbûr e bixebite û debara xwe bike helbet! Lê ew xeyalên ku pêk nayên? Ew xeyalên ku di wê çerxa dubarebûnê de dirizin û diçin... Lê ew xirecira ku huner û wexta bihûrî qet ji xwe re nake xem? Nakokiyeke bê eman e ev rewş ku ji destpêka mirovahiyê heta îro her dewam dike. Hunermend dê hunerê xwe çawa biafirîne? Filma “Sibeheke Duşemê” vê pirsê ava dike di serê temaşevanan de. Qet nebe di serê min de ava kir.
Rêwîtî bedbextiyê dide alî
Film vê yekê jî derdibire bi ya min; çi dibe bila bibe, rewş her çi be, divê carinan mirov xwe ji vê wexta bê wijdan vedize û ji hin tiştan ji bo demekê be jî biqere, here. Bi derbekê û bê nexşerê! Hema wisa ji nişkê ve lê bixe, here. Bê plansazî û tevdîr. Çûyîn ango rêwîtî zenga jiyanê paqij dike. Barê li ser milê mirov hinekî be jî sivik dike. Herikîn ango cihguhertin asoyên nû derdixe pêşiya me û bedbextiya me hinekî be jî dide alî.
Ji lewma em carinan hefsarê jiyana xwe ji dubareyan bifilitînin û ji rûtînê derkevin. Em bidin pey hizrên xwe û bi ya dilê xwe bikin. Em lê bidin herin; her çend em zanibin em ê dîsa li mala xwe vegerin jî em dîsa lê bixin herin...
* Vincent van Gogh.