• Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê îsal wê online 14 film, kurtefilm û belgefilman ji 19 ta 23’yê Kanûnê li ser kanala xwe ya vimeoyê nîşan bide. 

Mihrîcana Filmên Kurdî ya Hamburgê îsal wê online bi rê ve biçe. Mihrîcan îsal ji bo cara 11’an li dar dikeve, 19’ê Kanûnê dest pê dike û heta 23’yê Kanûnê dewam dike. Di festîvalê de bi giştî wê 14 film, belgefilm û kurtefilm bên nîşandan.

Li bajarê Elmanyayê Hambûrgê sibe (19.12.2020) Mihrîcana Filmên Kurdî a 11’an dest pê dike. Mihrîcan wê heta 23‘yê Kanûnê dewam bike. Mihrîcana îsal ji ber pandemiya şewba vîrûsa koronayê wê li ser malpera înternetê ya vimeoyê online bi rê ve biçe. Mihrîcan wê sibe (19’ê Kanûnê) saet di 19:00’an de bi nîşandana filma ‘Diyalog’ a 93 deqîqeyî dest pê bike.

Yekşema bê (20’ê Kanûnê) di roja duyemîn a mihrîcanê de filma anîmasyon a “Rojava” ya 15 deqeyî yê li ser berxwedana Rojava (saet 19:00’an), kurtefilma “Huşbe” a derhêner Nûrsel Dogan a 15 deqîqeyî (saet 19:15’an), belgefilma “The Flowers of Rojava (Kulîlkên Rojava)” ya derhêner Selene Verrl û Magali Magnin a 50 deqîqeyî (saet 19:30’î) wê bên nîşandan.

Li ser xewn û êşan

Di roja sêyemîn a mihrîcanê de (21’ê Kanûnê) kurtefilma “Bêdengiya Xewnekê” ya derhêner Rohan Merwan a 8 deqîqeyî (saet 19:00’an ) û belgefilma “Altindag-Hope Houses” a derhêner Bayram Balci (saet 19:10’an) wê bên nîşandan.
Di roja çaran a mîhrîcanê de (22’yê Kanûnê) jî mihrîcan dewam dike bi nîşandana kurtefilma “We Want Franternity (Em biratiyê dixwazin)” a derhêner Ozcan Vardar a 4 deqîqeyî (saet 19:00‘an) û filma “Mamoste” ya derhêner Salîh Çelîk û Kemal Hazanay (saet 19:05’an).

Roja dawiyê ya kurtefilman e

Di roja dawî ya mihrîcanê de yanî 23’yê Kanûnê jî 5 film tên nîşandan: Kurtefilma “Hevêrk” a derhêner Rûken a 14 deqîqeyî; kurtefilma “Ez dibim baran û bi bajêr de dibarim” a derhêner Kasim Ordek a 14 deqîqeyî; kurtefilma “the Wall (Dîwar)” a derhêner Ferideh Ghaderî a deqîqeyek û 40 saniyeyî; kurtefilma “Havîna Qulingan” a derhêner Maryam Samadî a 14 deqîqeyî; û kurtefilma “Veger” a derhêner Selman Deniz a 19 deqîqeyî.
Kesên dixwazin wê karibin di ser kanala vîmeo ya mihrîcanê li filman temaşe bikin.

https://vimeo.com/channels/hkff

HAMBURG