Di rojên cejnê û rojên taybet de seyrangehên devera Balekayetî ji geştiyaran tije dibin. Îsal jî ji ber Cejna Qurbanê, hejmarek zêde ya geştiyaran berê xwe da seyrangehên Balekayetî. Lê ji ber nebûna xizmetguzariyê û bihabûna li seyrangehan, geştiyar gazinan dikin.
Geştiyar, Hogir Mistefa dibêje, devera Balekayetî cihekî pirr xweş, balkêş û aram e, lê heta niha biqasî pêwîst xizmet lê nehatine kirin.
Hîwa Letîf jî ji Hewlêrê çûye, ew dibêje, “Tevî nebûna xizmetên geştiyarî û ti pîlaneke hikûmetê ji bo cihên geştiyariyê yên Balekayetî jî, buhayê kelûpelan gelekî zêde ye. Pêwîst e hikûmet buhayekî guncav ji bo tiştan diyar bike.”
Hikûmet ti xizmetê nake
Hîwa Letîf dibêje, “Heta niha jî rêyên hatina vê deverê baş nehatine çêkirin.”
Kerîm Elî xwediyê yek ji cihên geştiyariyê ye; ew dibêje, “Me ji bo cejnê amadekarî temam kirin û gelek geştiyar serdana devera me dikin. Lê pirraniya cihên geştiyariyê hatine girtin. Heta niha jî hikûmetê ti xizmet ji bo cihên geştiyariyê nekiriye. Ji bo wê, rêya pirraniya cihên geştiyariyê xirab in. Ev yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya hatina geştiyaran e.”
ROJNEWS/BALEKAYETÎ