Seyrangaha xweşik: Helşo

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 27 Cotmeh 2023 - 00:27

Gundê Helşo devereke geştiyarî ya li bajarokê Qeladizê yê parêzgeha Silêmaniyê ye. Ji bilî xwezaya xwe ya bedew, bi gelek berhemên fêkî û avhewaya xwe ya paqij jî navdar e.

Helşo ji aliyê îdarî ve dikeve bakur rojhilatê navçeya Pişder û çend kîlometreyek ji bajaroka Qeladize dûr e. Di sala 2000’an de bûye bajarok. Debara jiyana xelkê wê li ser çandinî û lawirvaniyê ye. Helşo bi berhemên xwe yên hêjîr û bacanên sor navdar e. 27 gundên girêdayî Helşo hene, heft taxên bajarok hene ew jî; Bilfet, Şehîdan, Şehîdanî Rizgarî, Qela, Pêşewa, Aşî Zade û Fermanberan. Nêzî 13 hezar kes lê dijîn.

Di demsala biharê de hejmarek zêde ya geştiyaran serdana Helşo dikin. Her wiha ji ber çavkaniyên xwe yên avê, ava vexwarinê dide hin deverên din jî.

ROJNEWS/QELADIZÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.