Şeva piştgiriyê bi rojnameya me re

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 28 Îlon 2020 - 22:59

  • Li Swîsreyê şeva piştgiriyê bi rojnameya me re pêk hat. Şeva piştgiriyê li taxa Schlieren li salona dawetê ya Selmen hat li dar xistin. Ji ber şewba koronayê hejmara beşdaran bi 300 kesî hatibû sînordarkirin.

HULYA EMEÇ/ZURICH

Li Swîsreyê şeva piştgiriyê bi rojnameya me re pêk hat. Şeva piştgiriyê li taxa Schlieren li salona dawetê ya Selmen hat li dar xistin. Ji ber şewba koronayê hejmara beşdaran bi 300 kesî hatibû sînordarkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê rojnameya Mahmût Seven axivî û got, “Li ku neheqiyek, komkujiyek û zilmek hebe, medyayên alîgirên şer dikevin dewreyê. Ev ragihandin bi armanca sergirtina êş û eleman tê bikaranîn. Medya Tirk jî bi temamî li cem desthilata AKP/MHPê cih digire û li dijî gelan e. Em jî ji bo rûyê rast ê van derewkar û zaliman nîşan bidin, em bi Kurdî û Tirkî rojnameyekê li Ewrûpayê diweşînin. Çapemeniya azad li dijî teslîmiyeta li ser gelê Kurd û mirovatiyê tê ferzkirin, bereyekî xurt ê berxwedanê ye.”
Seven di axaftina xwe de xwest Kurdistanî xwedî li rojnameyê derkevin û bibin abone.
Piştî axaftina Seven, hozan Emekçî derket ser dikê û stranên xwe gotin. Koma Şanoyê ya Zurcîhê jî li ser dikê lîstikên xwe nîşan da.
Nivîskarê rojnameya Ferda Çetîn jî di şevê de axaftinek kir û got; “Dewleta Tirk bi rêveberiya PDKê re li Başûrê Kurdistanê baregehên nû ava dike. Dewleta Tirk guh nade huqûqa navdewletî û li Iraq û Sûrî Kurdan bombebaran dike. Ji ber ku Rûsya, Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî û hukûmeta Başûrê Kurdistanê van êrişên wê erê dikin.”
Çetîn li ser rojnameya me jî axivî û bi bîr xist ku nûçeyên taybet ên rojnameyê hene û xwest ji bo şopandina rojevê rojname were xwendin.
Piştî Çetîn hunermend Eleonore Fourniau li ser dikê stranên Kurdî û Tirkî gotin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.