Şervan bîra gel in

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 29 Nîsan 2021 - 04:44

  • Kakşar Oremar: Tiştê ji dil bê, wê zû hêlîna xwe jî di nava dilê hezaran kesên din de ava bike. Ev dîmen û qeydên Gerîla TV’yê mîrateke wisa mezin û dîrokî ji arşîva me ya neteweyî re kirine mal ku em carê bi qîmeta wan nizanin.

MIHEME PORGEBOL

Esas, her liv û lebata civakê ya çandî weke amûreke dîroknivîsînê tê pênasekirin. Di nav gelên bindest de jî îsbatkirin û îfadekirina hebûna xwe bêhtir bi formên çandî ve girêdayî ye. Ji ber ku heta îro dîrok bi pênûsa serdestan hate nivîsandin, lê gava di dîroknivîsînê de mijar dihat ser bindestan pênûsa dîroknûsa disekinî. Bi pêşveçûna teknolojî û amûrên ragihandina civakî amûrên dîroknivîsînê jî guherîn. Êdî her kamera, her cîhaza qeydê yan jî her tweetek weke belgeyeke dîrokî dikare were bikaranîn. Dîrok êdî bes bi destê serdestan nayê nivîsandin. Her kes tevlî nivîsandina dîroka çaxê xwe dibe. Bi vê yekê re jî raperîn û serhildanên bindestan jî van amûrên dîroknûsiyê helbet li gorî têkoşîna xwe bi kar tînin. 

Gerîlayên Kurdistanê jî bi qasî ku bi çek û rextên xwe têkoşîneke çekdarî li hember dagirkeran dikin, ewqasî jî parazvaniya dîrok û çanda Kurdistanê jî dikin. Lewra bi qasî çek û guleyan, kamera û cîhazên qeydê jî dişixulînin. Komên muzîkê ava dikin û berheman qeyd dikin, filman çêdikin, fotografan digirin. Herwiha di berhem û lîstikên xwe yên çandî û hunerî de cih didin êş, coş û kêfên xwe. Cih didin têkoşîna xwe. Cih didin tecrûbeyên xwe yên şoreşgerî. Lîstikên gelêrî dileyizin û qeyd dikin, van qeydan parve dikin. Maneya van qeydan ji bo têkoşîn û rêxistinên bidestan çi ye? Ji bo rizgariya bindestan çima girîng in? Ev qeyd çawa dibin belgeyên dîrokî û tesîreke çawa li ser dîroknûsiya çaxê nûjen dikin? 

Em jî bi lêkolîner û arşîvkerê Kurd, Kakşar Oremar re derbarê van mijaran de û derbarê kar û xebatên çandî yên gerîlayê Kurdistanê de peyivîn. Li gorî Kakşar Oremar, gerîla bi van kar û xebatên xwe hem aktîvîzmê dikin hem jî parazvaniya dîrok û çanda Kurdistanê dikin. Ev qeydên gerîlayên Kurdistanê ji bo dîroka gelên bindest û serhildêr wê bibin weke belgeyan û dîroknûsiyek alternatîf derxin pêşberî cîhanê. Herwiha gerîlla bi van qeydan dibe pirek di navbera îro û sibê de jî. Çanda Kurdistanê jî di ser vê pirê re derbas dibe û xwe digihîne siberojê.

Van qeydên ku gerîla digirin dê bimînin siberojê jî. Ev qeyd ji bo mîrata çandî ya Kurdistanê çima girîng in?

Heger em dikarin tenê bi rêya wêneyê kesayetiyekê li belgefilmeke dewlemend temaşe bikin, çawa qeydên gerîla bi ewqas dîmenên xwe yên cûr bi cûr dibe ku weke mîrateke çandî xwedî buhagiraniyeke bêhempa nebin? Ev qeydên gerîlayan yên ku pirrî caran li ser ekranên Gerîla TV’yê diweşîne, xwedî dewlemendiyeke rengîn in. Nirxandinên siyaseta rojê, rûdanên dîrokî û civakî di ekranên Gerîla TV’yê de bûne serûkaniyeke ragihandina Kurdî ya roja îro. Gelek ajansên Kurdî û biyanî nûçeyên xwe yên herî girîng li pey belavbûna dîmenên Gerîla TV’yê belavî nava raya giştî ya cihanê kirin.

Gelo girîngiya van dîmenan bes bi aliyê wan yên medyayê ve girêdayî ye?

Na. Girîngiya herî berçav a van qeydên gerîla dewlemendîya wan a çend alî ye. Yanî ji qada şerê bi dijminên dagirker re heta hevpeyvîn, bibîranîn, şahî, şîn, sirûşt, perwerde, siyaset, jiyan û huner di wan girteyên vîdeoyî de têne dîtin. Ev mîrateke wisa dewlemend e ku xizîneya zêrîn a stranên dengbêjiya Kurdistanê bi bîra min tîne. Her kurtedîmenê ku ew şervanên doza azadiyê bi kamerayên xwe yên birîndar tomar dikin, xwedî çîrokeke xwe ya dirêj e. Di cîhana îro de pirr behsa binpêkirina mafê ajelan tê kirin. Girtevîdeoyên gerîla û bezîna karxezalekê li ser pişta wan xwedî dersên mezin ên mirovahiyê ne. Dema dar nayêne birrîn, karxezal û kew nayêne kuştin, pezkovî neyên nêçîrkirin, newal û gelî nabine zibildankên gilêş û naylonê, welatiyên me, êdî jiyan çawa nikare bi çavê kameraya gerîla delal û bedewiyên xwe raberî me û raya giştî ya cihanê neke? Gelo kîjan mîrat heye ku bi peyamên xwe ewqas rengîn û dewlemend be? 

Tu dikarî hinekî qala vê mîsyona gerîla bikî? Ev peywira ku gerîla daye ber xwe xîtabî çi dike?

Dema ez navê Gerîla dibihîsim tenê şervaniya wan tê bîra min, lê gerîlayên Kurdistanê di gelek waran de hem şer dikin û hem jî çand, dîrok, xweza û taybetmendiyên me yên neteweyî diparêzin. Pênûsa min nikare ji vê zêdetir behsa ked û emeka wan qehremanan bike ku pirrî caran tevî kamerayên xwe jî dibine şehîdên eşkerekirina wan rastiyên veşartî ku kêm kes li cîhanê haydarî wan in. Şopînerên heqîqetê ew kes in, yên ku li pey dewlemendkirina mîrata xwe ya neteweyî ne. Di vê sedsala teknolojiyê de dîsa em di ekranên gerîla de dikevin nava dilê şikeft, newal û çiyayên Kurdistanê. Cara ez hinek dîmenên wisa xweşik û kêmdîtî bi rêya Gerîla TV dibînim ku zarokatiya min bi bîra min tînin dema ku min tenê di çîrokên Hezar û Yekşevê yên ku dayîka min ji me re digotin, di cîhana xeyalan de didîtin. Ma mîrateke ji vê yekê buhagirantir heye ku xewnên mirov vegerin rastiyan? 

Bi vê mebestê mirov dikare ji bo gerîlayên Kurdistanê bêje, ew di heman demê de gerîlayên çand û hunerê Kurdistanê ne jî?

Nasnameya vê rastiyê di wan dîmenan de diyar e ku ji serê çiyayên Kurdistanê belavî her dera Kurdistanê dibin. Dîmenên keç û xortên gerîla ku bi dewateke reşbelek re newayên folklorîk jî dilorînin. Dengên tije awazên xweş ku bi qasî rengîniya sirûşt û zaraveyên zimanê Kurdî, hunereke otantîk a Kurdistanî jî radixin berçavên me. Li torên civakî binêrin ka zêdetir ji hemû wêneyan pîrozbahî bi wêne, stran û dîmenên kê hatine pîrozkirin? Sedema vê yekê ji ku derê tê? Xûya ye ku ew dîmen weke xwe orjînal û siruştî ne. Reng û rûyên gerîla bi sorav û spiyatiyê nehatine makyajkirin. Hemû xemla wan kefî û saeteke destan e, lê tilîlî û semaya ku ew digerînîn xwedawendên heft erş û esmanan jî radikin ser piyan û melîkeyên esmanan jî tevî gerîlayan direqisin û kêyfxweş in. Gerîla tenê gerîlayên çanda Kurdistanê nînin, ew şervanên doza çand û hunerekî xwemalî, orîjînal û azad in ku pê re tahma jiyanê şirîntir, îradeya mirovan a berxwedanê bihêztir û liv-lebata wan ji bexteweriyê re jî zêdetir dikin. Kî dikare berhemên “Awazên Çiyan” ji bîr bike ku bi marşa “Oremarê Bilind e” re moraleke mezin di dilê bi dehan milyon mirovên azadîxwaz de afirandin? Wan bi xebatên wiha re îtibara hunerê protestokirinê bilindtir kir. Bûne pênaseya şoreşekê ya ku ji destpêka xebata xwe ve xwestiye di warên siyasî, çandî, civakî û hunerî hemûyan de asta rewşenbîriya gel ber bi jor ve bibe. Spas ji Gerîla TV re ku bi ked û karê xwe hem dewlemendiyeke zêde li ser xana ragihandina Kurdî zêde kir, hem armancên wan yên pîroz baştir bi me dane nasandin û hem jî peyamên xwe yên pirralî bi me re parve kirin.

Gelo ev parazvaniya çand û hunerê Kurdistanê di şerê rizgariya Kurdistanê de erka xwe bi cih tîne yan na?

Rojekê rojnamevanekî Elman ji min re got, “Zanî heya min dîmenên şervanên Kurd di Gerîla TV de nedîtin, baweriya min bi şoreşa Kurdan a li dijî dewleta Tirkiyê nehatibû… Çimkî min texmîn dikir ku hêza Kurdan ewqas nîne ku şerê artêşekê bikin ku ji hêla NATO’yê ve tê destekkirin…” Ev gotin kin e, lê gelek peyamên ji bo nirxandinê tê de hene. Bingeha îdîaya ku hûn jî li ser diaxivin, dikare di wan nirxandinan de be ku wî rojnamevanê Elman ji min re got. Herwiha weke bavkalên me dibêjin, “Tiştê li ber çavan, êdî naxwaze delîl û sideman…”

Tu wek lêkolînerekî van qeydên gerîla çawa dinirxînî?

Qeydên wiha gelek rastiyan radixin ber çavên me. Rastiyên demeke dîroka Kurdistanê ku di fîltereke tije dijwarî da jiyana xwe derbas dike. Man û neman, hebûn û tinebûn, jiyan û mirin di çavê dîmenên wiha de eşkere ne. Kamerayeke piçûk di destê gerîlayekê/î de yan jî girêdayî bi enî an jî singê wan ve germe-germa şerê wan li dijî artêşa pirçek a dagirker a Tirkiyê kêliyên tije hest û heyecaneke mezin dike malê dîrokê. Ew rojnamevanên bênav û nîşan wek e “Leşkerê wenda” jî nînin. Çimkî hem şervan in û hem jî di wan kêlîyên man-nemanê de karê ragihandinê jî dikin. Kî dizane çend kes ji wan şehîd bûne? Gelo ew kameraya tije dîmenên ji rengê xwînê li ser singa wê/î bêxwedî maye yan hogirên doza wî ew hildane? Bi her awayî tenê ew heval dikarin bersiva van pirsan bidin ku rejîsor yan jî derhênerên van filmên dîrokî ne. Ew dîmen hêza ji evîneke mezin re bi bîra me tînin. 

Bi ya te gerîla çima mîsyoneke wisa digre ser milê xwe?

Ger dilê şêra di qefesa singê wan de nebe, ew nikarin herin wê rêvîngiya evînê. Rêvîngiya ku pirrî caran bêveger e jî . Tiştê ji dil bê, yê zû hêlîna xwe jî di nava dilê hezaran kesên din de ava bike. Ev dîmen û qeydên Gerîla TV’yê mîrateke wisa mezin û dîrokî ji arşîva me ya neteweyî re kirine mal ku em carê bi qîmeta wan nizanin. Lê derbasbûna demê yê baştir ji me re buhagiraniya wê arşîvê îsbat bike.”Zêrîngir baştir ji herkesî bi qedirê zêr dizane”. Ji ber wê jî belkî rojekê bêhtir ji me jî tenê hunermendên Hollywoodê wê karîbin mifayê herî mezin ji van dîmenên giranbuha bistînin û ji rûyê wan rastiyên şoreşa Kurdistanê raxînin ber çavê raya giştî ya cihanê ku îro zirhêzên totalîter naxwazin ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî-aborî heqîqeta vê şoreşê bibînin. Nirxandina bihayê karekî wiha tenê karê “min û me” nîne. Dîrok wê rojekê bi rêya hezaran nivîs û nihêrînên din qîmeta karên wiha baştir binirxîne. Çimkî qeydên wiha nasnameya şoreş û serhildanekê jî bi belge dikin. Şoreşa ku zû an jî dereng yê bi ser bikeve lê ev rastî jî wê bê vegotin ku ew qeydên Gerîla di wê serketinê de xwedî bandor bûne. Rûpelên serhildaneke Kurdistanê yên bi wan qeydan xwedî gelek wateyên din ên duristtir be.

Her tişt û heta xweza jî tê guherandin lê ev dîmen wê şahidiyê ji wan gûherandina re jî bikin.

Mînaka dawiyê li ser vê pirsa we dikarim wiha beyan bikim:
Ger me tenê wêneyek ji serhildana sala 1880’an a Şêx Ubeydulahê Nehrî li dijî Osmanî û Qacariyan hebûya, di roja îro de wê qîmeta wî çiqas bûya? Çima wêneyên yekemîn xwendingeha modern li bajarê Xoy (Rojhilatê Kurdistanê) a serdema serhildana Simkoyê Şikak ji lêkolînvaniyê re ewqas girîng in? 6-7 deqe dîmenên roja ragehadina komara Kurdistanê bi kîjan fiyetê dikarin bêne diyarkirin? Wêneyên îdama Şêx Seîdê Pîran, cinayetên Kemalîst ên înkarger û faşîst yê ji bîra dîrokê bibin? Tevkujiyên Dêrsim û Geliyê Zîlan bi kîjan belgeyan di hişê civakê de zindî mane? Kesayetiya Şêx Ehmedê Barzanî û Şêx Mehmûdê Berzencî dikare ji rûyê wêneyên wan bê analîzkirin an na?

Gelo bi van mînakan min karî ji we rebiselmînim ku gerîllayên qehreman ne tenê bi şer û xebatên xwe yên çekdarî belkî wê weke parazvanên nirxên Kurdayetî, nasnameya me xwedî dîrokeke çend hezaran salî, çand û dîroka Kurdistanê jî bê nasîn?!
Gerîla TV ger ji îro û bi şûn ve saniyekê jî nexebite û xwedî van qeydên rengîn jî nebe lê mîratê wan ê li berdestê me wê ji lêkoler û xebatkarên ragihandinê re bes bin da ku rastiyên dîrokeke tije fedakarî bibînin. Dema ku gerîla bêtirs êrişî ser biryargehên leşkerî yê dewleta dagirker a Tirkiyê li Kurdistanê dikin, ew ê ji siberoja sînema, şano, huner û ragehandina Kurdî re hîmekî herî bihêz û xwedî gelek sûdên din be. Ew keda buhagirantir ji xwîn û jiyanê ya wan leşkerên bênav û nîşan e ku hîvîdar in di asta qedirnasiyê de rojekê yê xelatên herî naskirî li cîhanê bi dest bêxin. Mirovên xwedî wijdan û exlaq, nabe wiha hêsan û erzan wê keda tije kêliyên dîrokî ji bîr bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.