• Endamê Koma Çiya Mehmûd Gulo got, wan Newroz û maneya wê bi saya serê PKK'ê fêhm kiriye: Newroz bû xwedî atmosfereke nû. Bi derfetên kêm Newrozeke bi coş hate afirandin.

MUSTAFA ÇOBAN / ANF/QAMIŞLO

Mehmûd Gulo xwediyê wê malê ye ku Koma Çiya lê ava bû. Di heman demê de yek ji endamên destpêkê yên Koma Çiya ye. Du salan di nava Koma Çiya de, salekê jî di nava Koma Araratê de ma. Sê zarokên Mehmûd li ser şopa wî tevlî nava Koma Botan bûn.

Endamê Koma Çiya Mehmûd Gulo behsa damezirandin û karên Koma Çiya, veguherîna Koma Ararat, pîrozbahiyên Newrozê yên wê demê û zextên rejîma Sûriyeyê kir. Mehmûd Gulo got, wan Newroz bi saya PKK'ê nas kiriye û wiha peyivî: "Piştî ku PKK hate vê derê, em hîn bûn bê ka Newroz çi ye, ji bo çi tê pîrozkirin û wateya xwe çi ye. Ya ku gel zane kir, rastî nîşan da, PKK bû. PKK'ê ev nîşanî me da. Bi salan e ewqas partî hebûn, lê ji bo kesî tiştek nekirin. PKK'ê rastiya Kurdayetiyê da me. Lewma, me xwe di nava PKK'ê de dît."

‘Berê mîna pîknîkê bû’

Mehmûd Gulo diyar kir ku Newroz sala 1985'an mîna pîknîkê bû û li ser guhertina wê wiha axivî, "Atmosfereke nû ya Newrozê hate avakirin. Ji yên din cuda bû. Mînak, niha li Başûrê Kurdistanê tê pîrozkirin li vir jî mîna seyranê dihate pîrozkirin. Pêvajoyeke nû dest pê kir.

Ji her derê mirov herikîn meydana Newrozê. Bi hezaran kesî meydan dagirtin. Heger hûn li wêneyên Newrozê yên wê demê binihêrin, hûn ê vê yekê bibînin. Girseyeke bêdawî bû."

‘Rejîmê zexteke giran dikir’

Mehmûd Gulo got, hingî derfet gelekî kêm bûn, dika pîrozbahiyê bi derfetên li ber dest dihate amadekirin: "Gelek zor û zehmetî hebûn.

Rejîma Sûriyeyê zexteke giran dikir. Kesî nikarîbû bi kincên neteweyî yên Kurd tevlî Newrozê bibe. Endamên Koma Çiya jî di nav de. Bi kincên normal diçûn meydanê û li wir me li binê kon kincê xwe diguhertin. Di nava gel de em derdiketin ser dikê. Kesî pê nizanîbû. Yên ku bi kamera dîmen digirtin jî rûyê wan girtî bû. Naxwe wê bihatina girtin. Me hoparlorên deng jî di nava kamyon û traktorên gel de dibirin meydanê. Naxwe rejîmê dest datanî ser wan. Di nava wan zor û zehmetiyan de wate û tehma xwe gelek bû."

‘Gel bi Koma Çiya ve girêdayî bû’

Mehmûd Gulo li ser damezirandina Koma Çiya got, „Sala 1984'an amadekarî hate kirin. Koma Xelat hate belavkirin. Sala 1985'an Koma Çiya ava bû. Endamên wê civiyan û navê Koma Çiya lê kirin. Mehmed Salih, Loqman, Cûma û hîn gelek kesên din hebûn. Ew ji komên cuda hatibûn. Koma Çiya gelekî bi kêrî zimanê Kurdî hat. Pirraniya endamên destpêkê yên Koma Çiya ji malbata me bûn. Lewma ji komê re 'Koma Mala Gulo' dihate gotin. Ji bo bêwate bikin, bi zimanekî digotin. Şehîd Mazlûm Dogan çawa ku Newroz pîroz kir û digot 'Berxwedan jiyan e', ew gotin ji bo Koma Çiya jî esas bû. Gel jî gelekî bi Koma Çiya ve girêdayî bû. Ne tenê komên xwe yên muzîkê hebûn; her wiha komên xwe yên şano û skeçê jî hebûn. Lîstikên li ser mijarên xiyaneta li şoreşê jî dihatin pêşkêşkirin."