Kovara çandî û wêjeyî ya bi Kurdî û Erebî Şermola hejmara xwe ya 11'an derxist. Kovar di vê hejmarê de bi dosyaya "Zimanê Dayikê" rewşa zimanê dayikê dinirxîne.

Kovara Şermola li Rojava sê mehan carekê derdikeve. Di vê hejmara havînê de dosyaya "Zimanê Kurdî" bi van gotinan pêşkêş dike; "Ziman di nava neteweyekê de gencîneya rabihurî û siberojê ye. Heger zimanê miletekî winda bibe, dê çand û kevneşopiyên wî hemû jî ji holê rabin. Her wisa paşeroja wî jî winda dibe. Ji ber ku ziman ji bo civak û neteweyan gelekî girîng e. Lewra dewlemendiya neteweyan di zimanê wan de diyar dibe."

Berzo Mehmûd bi "Zimanê Dayikê.", Beşîrê Mele Newaf  bi "Girîngiya Zimanê Dayikê Di Perwerde û Hînkirinê De", Merwan Bereket bi  "Zimanê Dayikê, Zikmakî, Dayîk, Mak. Ji Van Gelo kîjane Rast e?", Aram Hesen bi "Di Pêşvebirina Civakan De Girîngiya Ziman" ked daye dosyaya kovarê.
Ji bilî van Arşek Baravî, Lem'a Mihemed Elî bi lêkolînên xwe di kovarê de cih girtine. Aram Hesen jî li gel lêkolîner û zimanzan Samî Tan hevpeyvînek kiriye.

Nêrgiz Ismayîl jî bi sernavê "Jin di navbera çanda resen û sexte de" nivîsek nivîsiye. Her wiha nivîs, helbest û çîrokên van kesan di kovarê de hatine weşandin: Abdullah Ocalan, Occo Mahabad, Mîdiye Berekat, Hesen Xalid, Evdirehman Çadircî, Îsmet Hesen, Mihemed Welîd, Siyabend Siyaroj, Diyar Bohtî, Şerîf Mihemed, Welîd Bekir.

Kovar di hejmara bê de dê dosyaya "Di wêjeyê de çîrok" amade bike û banga tevlîbûnê kir. 

NAVENDA NÛÇEYAN