Şerî şideta li dijî jinê zêde kir

Nûçeyên Jin

Sêşem 16 Çile 2024 - 16:09

Yekîneya Parastina Jinê ya li Nexweşxaneya Giştî ya El-Sewra a li bajarê Taîzê desteka hiqûqî û derûnî dide jinên ku şidet li wan tê kirin.

Li gorî daneyên navneteweyî Yemen yek ji wan welatan e ku şideta li dijî jinê lê herî zêde ye. Li Yemenê krîza aborî û şer heye. Li wir daneyên têkilî şidetê jî her ku diçe zêde dibin.

Li gorî raporên Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji dest pêka şer yanî sala 2015’an ve rêjeya şideta li dijî jinan zêde bûye û bûye 63 ji 100’î. Bi serî de jî şideta fizîkî û psîkolojîk her cure şideta li dijî jinan tê kirin.

Yekîneya Parastina Jinan a ku 11’ê Mijdara 2023’an li Nexweşxaneya Giştî ya El-Sewra hate avakirin, jinên mexdûrê şidetê dihewîne. Ji roja ku ava bûyî û heta niha 15 jinan xwe li yekîneyê girtiye.

Raja Qassem -ji ber sedemên ewlehiyê me navê wê  guhertiye- yek ji wan jinan e ku xwe avêtiye bextê Yekîneya Parastina Jinê. Qassem dibêje piştî ku dizewice hevserê wê 7 mehan êşkencê lê dike, piştî ku dizewice bi heftiyekê hevserê wê zora tiştên cihê lê dike û ji ber ku wê qebûl nekiriye, lê dide û heqaretan lê dike. Qassem di dewamê de dibêje, li ser êşkenceyê, ew û hevserê xwe hev berdidin, li gel bavê xwe diçine Yekîneya Parastina Jinê û li wir desteka psîkolojîk û hiqûqî didinê.

Berpirsa Yekîneyê, jinekolog Doktor Kifah Abdo Elî dide zanîn ku ew dixwazin ji bo jinên mexdûrê şidetê mekanekî ewle ava bikin: ‘‘Li gel muayeneyê em desteka psîkolojîk jî didin jinên ku zext û zordarî li wan hatiye kirin. Heke jin hewceyî alîkariya hiqûqî bin, em berê wan didin karên hiqûqî, li vir em jî têkiliyê bi pisporên karê hiqûqî û psîkolojîk re datînin.‘‘

Abdo di dewamê de da zanîn ku sala 2022’yan ji ber zêdebûna şidetê, 258 jinan miracaetî dadgehan kiriye, dawiya sala 2023’yan ev hejmar bûye 508. Abdo her wiha got, di navbera sala 2021-2023’yan de 10 jinan xwe kuştiye, 25 jinan xwestiye ku xwe bikujin û 28 jin jî hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.